Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemîd Elîzade naskirî bi Mam Hemîd

14:58 - 13 Çirriya paşîn 2013

Hevpeyvîn: Rehîm Gergulî

Hemîd Elîzade naskirî bi Mam Hemîd, kurê Husên sala 1322’an(1943) li gundê Cûcehî ya ser bi bajarê Urmiyê di malbateke hejar û desteng de tê dinê.

Mam Hemîd di dema jidayîkbûnê de dayîka xwe jidest dide û ji dîtin, û rehm û dilovaniya dayîka xwe bêpar dimîne, lewra her di zarokatiya xwe de digel qederek pir ji zehmetî û bedbextî berbirû dibe.

Mam Hemîd nasîn û têkiliyên xwe bi PDKÎ re weha tîne ziman: “ Serbarê vê ku babê min bi navê Husên Elîzade pêşmergê Komara Kurdistanê bûye, lê piştî herifîna rejîma Paşatiyê li Îranê û hatine serkara Xumeynî, endazyar Cehangîr Îsmaîlzade xelkê gundê Howesnê, ku piştre bû endamê Komîteya Nawendî a PDKÎ û berpirsyarê nawenda Agirî, gellek caran keç û kurên deverê kom dikirin û basa Kurdatî, Partiya Demokrat û çawaniya wergirtina mafê Kurdan ji wan re dikir, eva bû destpêk ku ez ji rêya endaziya Cehangîr ve PDKÎ û bi giştî hesta welatparêzî û xebatê peyda bikim û di encam de biryarê bidim ku bona pêşmergatiyê tevlî Partiya Demokrat bibim, lewra her di sala 1358’an de(1979) ez bi fermî bûme pêşmerge”.

Mam Hemîd derheq roja herî nexweş a jiyana xwe weha dibêje: “Roja herî nexweş a jiyana min roja cejna Qurbanê ya sala 1368’an(1989) bû ku têde nûçeya şehîdkirina rêberê gelê Kurd Dr.Qasimlo dane min, ew roj bi qasekê nexweş û bi êş bû ku, tu carî ji bîra min naçe, û herdem li pêş çavên min e”.

Hemîd Elîzade derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Temenê min 14 salî bû ku gellek keyfa min bi keça cîrana mala me hat, navê wê - ku niha çûye be rehmetê û hêvîdar im ku cihê wê Beheşt be- Ferîde Hesenzade bû. Me bi hevre jiyana hevbeş pêk anî û berhema jiyana me çar keç û du kur in”.

Mam Hemîd derheq jiyana xwe ya pêşmergatiyê û herweha çavnihêriya xwe ji PDKÎ weha dibêje : “Di wê rojê de ku min bona berevanî ji ax û nîştimana xwe çeka şeref û namûsê xistiye milê xwe heya niha, rast e min gellek derbiderî û rojreşî dîtine, lê herdem keyfxweş bûme û min şanazî pêve kiriye û çavnihêriya min ji PDKÎ jî ev e ku, nehêle cihê rêberên me ên şehîd wate Dr. Qasimlo û Dr. Se’îd betal bimîne, û xwîna wan şehîdan bi xorayî here”.

Mam Hemîd rû li xelkê Kurdistanê bi giştî û xortan bi taybetî dike û dibêje: ”Peyama min bo wan Kurdên ku çeka Komara Îslamî kirine milê xwe ev e ku, pişta xwe nedine netewa xwe û vegerin hembêza gel, jiber ku eva hûn dikin îxanet e bi ax û nîştimana Kurdan. Herweha daxwazê ji xortên Kurdistanê dikim ku haydar bin û ji aliyê Komara Îslamî ve nehêne xapandin û daxwaza mafên xwe ên rewa û neteweyî bikin”.

Hemîd Elîzade bi vê gotinê hevpeyvîna xwe bi dawî tîne: “Li vê dinê tenê hêviyeke min heye, ev jî ev e ku Kurdistan ji destê dagîrkeran rizgar be û PDKÎ jî serkeve”.