Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyekî xelkê Merîwanê hat girtin

19:19 - 2 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî Kurd xelkê gundê “Mûsk”a ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat destbiserkirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî berwar 28’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, hemwelatiyekî Kurd bi navê “Perwîz Elî Rizayî” kurê “Hesen” xelkê gundê “Mûsk”a ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilata rejîma Îslamî ya Îranê ve hat girtin.
Hêzên îdareya Îtilatê rijiyane nav mala hevwelatiyê han yê Kurd û paş binçavkirinê bo ciheke nediyar veguhastin.
Heya niha tû nûçeyek ji çerenivîsa hemwelatiyê han yê destbiserkirî ji ber dest nine.
Di vê pêwendiyê de ajansa nûçegihaniya “Kurdpa” bilavkir, sibêdeya îro roja Şemî 2’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, xwendekarekî Kurd xelkê bajarê Serdeştê li zanîngeha Azadî a hemedanê hat girtin.
Hemwelatiyê han yê Kurd ji aliyê hêzên ser bi îdareya Îtilata rejîma Îslamî ya Îranê bi tometa “Alîkarî tevî yek ji partiyên Kurdî yên opozîsona rejîma Îranê” hat destbiserkirin û bo ciheke nediyar veguhastin.