Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemwelatiyên Bokanê pêştîwaniya kempêyînên komkirina harîkariyê ên ser bi rejîmê nekirin

22:15 - 21 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Hemwelatiyên bajarê Bokanê, bi sedema bawerî nekirin bi rejîma Îslamî a Îranê, ji kempêyînên komkirina harîkariyê bo awarên Şengalê ku ji aliyê Heyva Sûr ve (Hilalê Ehmer)hatibû rêxistin, pêştîwanî nekirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di heyamê çend rojên borî de rejîma Îranê ji riya torên Molayîlê, bo komkirina harîkariyê bo Xezê bangewaziya hemwelatiyan kiribû.
Li gor raporê, seba îtmînannekirin bi rejîma Îslamî a Îranê û bargehên ser bi rejîma Îranê ên komkirina harîkarî, xelkê Bokanê ketine nav şik û gumanan ku ew harîkariye bo penaberên Şengalê nehên henarde kirin.

Di wê pêwendiyê de, welatiyekî bajarê Bokanê bi peyamnêr Kurdistanmedia ragehand: Hemwelatiyên bajarê Bokanê ji wan kempêyînên ku ji aliyê Heyva Sûr a rejîm ve hatine rêxistin, piştîwanî nekirin.

Hemwelatiyê han tekez li ser vê yekê kir ku ew kempêyînên ku bi awayeke xwezayî ji aliyê hemwelatiyan ve hatine lidar xistin tev pêşwaziya berçav a xelkê berbirû bûn, herwiha got: Piropagendên berfireh ên rejîma Îranê di pêwendî ligel vê yekê ku rejîma daxwaz ji hemwelatiyan kiriye ku harîkariya xelkê Xezê bikin, baweriya hemwelatiyan bo komkirina yarmetiyan kêm kir.

Di wê pêwendiyê de hemwelatiyên Kurd daxwaz ji rêveberên kempêyînê komkirina harîkariyê, kirin ku bi demeke nêzî de wan harîkariyane bo penaberên Şengalê hendare bikin.

Herwiha roport bas ji vê yekê dikin ku harîkariyên bajarên Riwanser, Pawe, Newsûd, Nûdşe, Selasa Bawecanî û Kirmanşanê ji riya sînorên Newsûdê ve bo Herêma Kurdistanê hatine rêkirin.