Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hepsiyên siyasî di girtîgeha bajarê Urmiyê de daxwaza zelalbûna qedera Hidayet Ebullahpûr kirine

13:01 - 9 Hezîran 2020

Hejmareke hepsiyên siyasî yên di girtîgreha navendî a bajarê Urmiyê de, bi belavkirina nameyekê, tevî nîşandana nigeraniya xwe derheq neroniya qedera hepsiyê siyasiyê Kurd,“Hideyet Ebdullahpûr”, daxwaza ronbûna qedera wî hepsiyê siyasiyê Kurd kirine.

Deqa wê nameyê ku geheştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê wihaye:

Zedetir ji mehekêye ku yeke ji hepsiyên siyasî yê Kurd “Hidayet Ebdullahpûr”,ku hevbendê me ye, ji girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê, bo navendên ewlehî yên wê parêzgehê hatiye weguhastinê û heya niha, ti kesek ji malbata wî, ji qedera nezelale û neron a wî hepsiyê siyasî, nehatine agehdar kirinê, û ew di rewşekê deye ku jin û zarokên “Hidayet Ebdullahpûr”, bi berdewamî serdana berpirsên hikûmetê yên peywendîdar kirine, lê ti zanînek li ser qedera wî hepsî yî bi dest ve ne anîne.

Xelkên bi rêz,

Pêka yasayên Îranê, hinek maf bo hepsiyan hatiye berçav girtinê ku yek ji wan mafane, pêwendîgirtin digel endamên mala wî ye, lê mixabin heya niha ew hepsiyê siyasiyê Kurd ji wî mafî bêpar bûye û herwisa wê rewşa aloz, nigeranî zêdetir kirine. 

Em wekî hepsiyên siyasî, tevî nîşandana nigeraniya xwe ya giran li ser reweş û neroniya qedera wî hepsiyê siyasî, daxwaz dikin ku qedera “Hidayet Ebdullahpûr” ron bibe.

Hejmarek ji hepsiyên siyasî

Girtîgeha navendî ya Urmiyê.