Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Her sal 1000 kes ji ber bûyerên karî di Îranê de jiyana xwe ji dest didin

16:18 - 2 Gulan 2015

Kurdistanmedia: Her sal zêdeyî 1000 kesan di bajar û bajarokên Îranê di bûyerên karkirin û berçavnegirtina standardên karî de jiyana xwe ji dest didin.

Nûçegihaniyên rejîma Îranê li raporekê de îşare bi vê yekê dikin ku bi awayek normal, her salê zêdetir ji hezar kesan di Îranê de bi sedema nebûna ewlehiyê di dema karkirinê û berçavnegirtina standardên karî canê xwe ji dest didin.

Cihgirê pêwendiyên kar Ii Wezareta “Teawun” kar û xweş bijîviya civakî li vê derheqê de ragihand ku şeş qat zêdetir ji vê serhejmariyê jî bûyerên karî ne ku pêsîra hêza kar di Îranê de girtiye.
Gor wî berpirsiyarî, ji sedî 40 ya mirina karkeran bi sedema bûyerên karî di beşa seneta awahiyan de ye.

Ji ber wê ku nirxa kar di Îranê de bi awayek navincî yek ji çar a nirxa hêza karî di cîhanê de ye, her sal 10 hezar mîlyard tûmen bi sedema ji destdana hêza karî zirar digihîje aboriya wî welatî. Eve jî di halekê de ye ku berpirsiyarên rejîma Îranê tu pêngavekê ji bo çareseriya vê pirsê naavêjin.

Li gor belavoka rêkxistina navnetewî a kar, mirina her karkerekê di bûyerên karî de bi awayek rasterast yek mîyard tûmen zirarê digehîne aboriya wî welatî ku têde dijî. Herweha di raporê de hatiye ku bi awayek navincî, ji sedî 4-5 a berhemanîna navxweyî dibe têçûya bûyerên karî. Her gor vê statîstîkê her sal zêdetir ji 30 hezar mîlyard tûmen dibe hezîne û têçûya bûyerên karî di Îranê de.

Di Îranê de ji ber nebûna yasaya kar û berevanî ji mafên kedkaran, ger bo her yekeyek berhemhên û sinfî, standardên kar û saxlemî û ewlehiya kar bihê dabînkirin, 6 sal hewce ne ku ew jî niha ji ber kirîza aborî û nebûna birêveber û pilanên karî cîbecî nabe. Eve jî dibe sedem ku her sal pêtirî hezar kedkar cane xwe ji dest bidin. Mirina kedkaran ji ber xemsariya berpirsên têkidar ên karî, bi kuştina berqesd tê hesibandin.

Li vê derheqê de pizîşkê yasayî ê Îranê sala derbasbûyî ragihand ku di destpêka sala 1383an heya dawiya sala 1392an de, 12 hezar 437 kesan bi sedema bûyerên karî cane xwe ji dest dane.

Li gor amara pizîşkê yasayî ê Îranê, bûyerên karî di 9 mehên derbasbûyî de, jiyana yek hezar û 506 kedkaran standiye.

Zêdebûna hejmara kedkaran di bûyerên karî de, eyankerê rewşa xerab a kedkaran û neewehiya kargeh û fabrîkayan û berhevnekirina îmkanatên hewce bo kedkaran ji aliyê xwedîkaran ve ye.

Çalakên kedkarî li vê derheqê de berdewam rexneyan ji desthiatê digrin, lê heta niha nebûye derman û çareserek bo rewşa karî a kerkeran.

“Mirina bêdeng a kedkaran”têgehek e ku di nava çalakvanên mafên kedkarî ên Îranê de ji ber mirina zêdeyî hezar kesan di salê de, tê bikar birin.