Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herêma Kurdistanê daxwaza rejîma Îranê bo şandina alîkariyan di riya wê herêmê ve red kir

15:57 - 2 Çirriya pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Daxwaza rejîma Îranê ji bo şandina alîkariyan ji rejîma Beşar Esed re di riyên esmanî û erndî ên Herêma Kurditanê de ji aliyê Serokê Herêma Kuridstanê ve hat redkirin.
Li gor rapora malpera “Awêne”, ew daxwaza rejîmê berê jî ji Serokatiya Herêma Kurditanê hatibû kirin, lê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ew daxwaz red kiribû.
Rejîma Îranê gişt hewlên xwe ji bo parastina rejîma Beşar Esed tenê hevalbendê wê di Rojhilata Navîn de ji hiloşanê dide.
Her di wê pêwendiyê de Heyemek berî niha karwanê bi nav ziyaretker ên Îraniyan li Turkiyê hat destbiserkirin ku alav û sîlahên nîzamî tev xwe ji bo Sûriyê vediguheztin.