Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herî kêm 5 endamên Sipaha Pasdaran di Herêma Kurdistanê de hatin kuştin

21:38 - 13 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Çend hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamî ya Îranê bi kincên Kurdî û bi awayên xwedî armanc, di encama çalakiyên leşkerî di bakûrê Îraqê dene.

Li gor rapora Elerebiye, hejmarek ji hêzên Sipaha Pasdaran ku efserên Sipaha bajarê Urmiyê ne,li devera Zûmar bi cih bûne û erka fuze avêtinê bi estû girtine.

Li gor raportan herî kêm 5 kes ji endamê Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê, di êrişekî de bi sedama teqîna xompareyan, li Zûmarê hatin kuştin.

Di meha borî de cesteyê 2 Îraniyên ku li emelyata bergirî li tixûbên navçeyên Şîe akincî, di devera Samêra yê hatibûn kuştin, bi welatê Îranê hatin veguhestin.

Berdevkê Wezîrê karûbarê derve yê rejîma Îslamiya Îranê, roja Şemî 23’ê Tebaxa 2014’an, hebûna hêzên Sipaha Pasdaran li welatê Îraqê înkar kiribû.

Merziye Efxem li wê barê de gotiye: Rejîma Îslamiya Îranê tu hêzek neşandiye Îraqê û tu pîlanek seba şandina hêzên xwe bo Îraqê di pêşerojê de, ber çav negêrtiye.
Nepejirandina, hebûna hêzên rejîma Îranê di Îraq û Sûriyê de, di halekî de ye ku roj nebe nûçeyên pişikdariya hêzên Sipaha Quds di pevçona wan 2 welatan de neyên belavkirin.