Kerîm Perwîzî
Zêdetir ji 4 dehikan e ku deshilata koloniyalîstî ya hakim li Tehranê, ne tenê xwîna netewên zulmlêkirî, rijandiye ser rê û kolanan, belku hinde zulm û serkut derheqê wan de kiriye, ku heta gulbûlên xwîna wan hesin tê de nemaye, û xwîna wan zer bûye, belkî netewa Fars jî ku her ji despêkê ve ji poan û rantên hikûmetî mifah werdigirtin, niha hestiyên wan jî êdî di bin çerxa dezgeha deshilatdariyê de dişkê, û hûr-hûr dibe.
Ya ku bi hatina serkar ya Komara Îslamî bi tenê hate serê netewên Kurd û Turkemen, piştî şoreşa gelan li Îranê tenê ew du netewe rastî kuştin û karesatê hatin, li berdewamiya 4 dehikan, niha êdî pêsîra navenda Îran û bajarên Farsnişîn jî girtiye. Di meha Xezelwera sala derbasbûyî de, mînakek ji dirindeyiya rejîma koloniyalîstî ya deshilatar, berbirûyê xelkê Fars jî hate kirin, û kuştarek li neteweya Fars hate kirin, û digel netewên din ew jî hatine qetilkirin, wê demê wan jî zanîn ku tama qetilkirina li ser şeqaman bi çi wateyekê ye?
Di wan 4 dehikan de, gelek caran bas ji guherîna rejîmê û afirandina alternativekê bo wê rejîmê hatiye kirin û di dervey welat de, çalakvanên siyasî yên girêdayê netewa serdest, xwe ji tev rastiyan dûr kirine, û amade nînin ku rastiya civaka çendnetewî ya Îranê qebûl bikin û heta di nav wan de hebûn ku digotin hekî bigehe cihekê dê berevaniyê ji komara Îslamî bikin, da ku netewên din (bi gotina wan: cudahîxawazan) negihîjin armancên xwe.
Astengiya serekî li ser rêya peydabûna alternatîvekê bona paşeroja Îranê, ew part û aliyên siyasî bûn ku xwe bi xwediyê seranserê Îranê dizanin û biçûktirîn maf bo netewên din bi rewa nedizanîn, lê niha ku Îran bi tewawî ber bi kavilbûnê ve diçe, sameke mezin ketiye dilê wan.
Ew bo vê ku nebe netewên din bigihin mafên xwe, ew amade bûn ku rejîm di deshilatê de be; Niha êdî baş dizanin ku berdewamiya rejîmê, kavilkarî û qetilkirinên zêdetir lê ketiye, û bi nêzîkbûna Xamineyî digel Çînê, Îran ber bi bûn bi “Somaliyeke din”ê ve diçe! Niha ew hêzên siyasî ku xwe bi xwediyê tewawê Îranê dizanin, wêneyeke herî metirsîdar ber çavê wan e: “Herifîna Îran”ê!
Bi herifandina deshilata Komara Îslamî razî nebûn û zehlê wan li paşerojeke demokratîk û federal bo tev netewên din li Îranê diçû, lê berdewamiya Komara Îslamî û Korona û krîza aborî û nêzîkbûn bi Çîn, herifîn ne tenê siyasî, belkî aborî, civakî û çandî; ew wêneya wehmî li ber çavên wan hêzên ku li dervey welat in, aloz kiriye.
Berdawamiya “perakende”bûna opozîsiyonê, û nepejirandina mafên netewên din, berdewamiya deshilata koloniyalîstî ya Tehranê li pey xwe tîne, ku Îranê ber bi qonaxa hirifîn û şikestineke dîrokî ve dibe; “Somaliyek” din ji dilê Tehranê ve serî hildide.