Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hermana hizrên bilind

12:02 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2022

Nuredîn Sûfîzade

Di gelek civak û civatgehan û di nava gelek neteweyan de, hinek kes bi hizr, raman û kiryarên xwe, dibin bingeha hizrê û dibin ramanê, û hizrên wan hinde bi bandorin ku dibin hizra vê civatgehê, yan neteweyê, di rewşeke wisa de ger rojekê ev kes bi cest jî bimre û jinav biçe, tu caran hizr û raman û bandora wî jinav naçe û wî kariye tovê hizr û ramana xwe di nav civatgeha xwe de biçîne û hizrên wî bo hertimî bûne hizrên gel û civatgeha wî. Îca hekî ev kes ji bilî hizrên xwe ku bandor li ser derdora xwe daniye, her bixwe jî bona pêşketin û cîbicî kirina wan hizran û bona gihîştina bi hizrên xwe ku bûne daxwaza hemî civatgehên, xebat kiribe û pêşeng û rêberê vê xebatê be, bêguman tu caran nayê jibîrkirin û ev kes û hizrên xwe dibin remz û rêberê hizriya hertimî.

Renge mînakên zaf di nav gelan de hebin, lê gelê me yê Kurd jî ji kes û rêberên xwedî hizr bêpar nine.

Renge ev cure kesane jî pêwer ji bona hermana hizr û ramana wan, tenê pêşengayetî û rêberbûna tevger û şoreşekî Kurdan nebe, tevî hurmet bo ked û xebata hemî rêberên tevgera rizgarîxwaziya Kurd, lê di rastî de, renge hemiyan nekarîbin bibin dahêner û xwedî hizrek ku piştî nemana wî, hizra wî bibe hizra neteweyekê.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo mînaka bêhempaye rêberê hizrîye xebat û şoreş û gelê me ye.

Dr. Qasimlo raste wekî zaf rêberên din, ev jî sergêr û rêberê şoreşekê bûye û li asta post û pileya kesê yekemîn li şoreşa gelê me li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hebû, lê ya ku dibe sedem ku wî rêberî digel rêberên din cuda bike, tenê û tenê hizr û ramana wî rêberî ye.

Dr. Qasimlo bi hizrên bilind yên xwe, çi di serdemê berî vê ku bibe sekreter di PDKÎ de û çi serdemê xebata xwe ya piraktîk wekî bûn bi kesê yekem yê PDKÎ, û çi di asta Rojhilatê Kurdistanê û heta di Îranê de, û çi di asta Kurdistana mezin de, bû kesekî herî xwedî bandor û hizrên bilind yê wî, wisa cihê xwe girtine ku renge heya çendîn nifşan piştî xwe her kite rêberê hizrî û bê hempa be di nav gelê xwe de.

Mezinahî û bandora hizrên Dr. Qasimlo di demekê de bo me û hemî kesê xuya dibin ku em dibînin piştî derbasbûna 33 salan bi ser şehîd bûn û nemana bi cesteyê wî rêberê mezin, niha jî rêvîngên rêbaza wî, hizrên bêmînak yên wî kirine ronahîkerê rêka xebata xwe û niha jî bingeha wê rêrew û wê rêbazê li ser wan ramanan dimeşe ku, qasimlo yê mezin danîne û kirine bingeh û xîmê xebateke serrast.

Raste Dr. Qasimlo jî wekî zaf kesên din kesê yekem di nav tevger û şoreşê bû, lê wî netenê bo serdemê deshilatdariya xwe, belkî bo dehan sal piştî nemana xwe jî rê û rêbazeke wisa rast û qahîm daniye û di rastî de heya niha jî ew hizrên wî û ew siyast û xîmê ku wî daniye, xebata hizba wî û rêvîngên wî dibe pêş.

Qasimlo yê mezin bo her mijarekê hizrek hebûye  ku dost û dujmin jî dizanin û gelek cihan tê gotin ku ew gelek berî xwe dijiya. Ezê di dawiyê de amajê bi çend mînakan ji hizr û ramanên wî rêberê me yê nemir bikim ku bûne esl û bingeh û xîmê xebata me heya îro rojê.

Di demekê de ku piştî nemana Komara Kurdistanê, parek ji endamên Hizba Demokrat dixwastin dirêjiyê bidine xebatê, lê bêserûberî û bê bernameyî di nav wan de hebû, Dr. Qasimlo ji Ewropa wedigere Kurdistanê û dikare dawiyê bi wê bêserûberiyê bîne û şikl û rûyê organîzasyonê dide xebatê û kongirê lidar dixe û bername û peyreweke serdemiyane dadirêje û bernama xebateke zelal dadinê pêşya wan xebatkarên PDKÎ, heya niha jî ev qonaxe bi qonaxa zivirandina Hizba Demokrat bo ser rêbaza eslî ya wê ji aliyê Dr. Qasmlo ve tê naskirin.

Dr. Qasimlo bû ku bo yekemîn car di dîroka xebata Kurdan de, karê girûpî û birêvebirina Hizbê bi kom û rêberiya çend endamên rêberiyê kire esleke neguher.

Dr. Qasimlo bû bo yekemîn can di dîroka Kurdan de şexsperestî û tekrewî bo heçî rêberekê bi xisar û xirab zanî û bi berewajiyê hemî rêberên berî xwe û piştî xwe, dema xelkê digot bijî Qasimlo, ev acîz dibû û cehd dikir wê diroşmê û wê kulturê ji nav bibe û digot: bêjin bijî Hizba Demokrat, û bijî Kurd.

Dr. Qasimlo yekemîn rêber bû ku serbixweyîya siyasî û serbixweyî ya biryardanê di nav Hizba Demokrat û şoreşê de kire hêla sor ku hem li warê siyasî û hem dema biryardanê de nabe tu girêdayî bûne bi tu hêz û alî û heta dewletekê ve hebe.

Dr. Qasimlo bû ku bo yekem car kire kultureke siyasî ku di kêlega xebata neteweyî de, nabe demokrasî bibe qurbanî û ji bîr çon, em dibînin ku di germahiya şer û berxwedaniya pêşmerge de li hember hêz û hêrîşa dujmin de, berçavgirtina mafê mirov û reftara mirov dostane digel dîlên şer, dûr bûn ji kiryarên terorîstî û refandin û bombe dananê ji bo xebatkaran û pêşmergeyên PDKî re kire waneya mirov heziyê.

Dr. Qasimlo bû ku bo yekemîn car basê piştevaniya xebata neteweyî li perçên dinê ye Kurdistanê de kir, bibê tedaxul kirin û xet û nîşan danan bo xebatkarên parên dinê ye Kurdistanê.

Dr. Qasimlo bû ku exlaq di siyasetê de kire bingeh û xwe parastin ji diroşmên mezin û dûr ji rastiyê kire kultûra stratêjîke PDKÎ.

Dr. Qasimlo bû ku xwediyê wê hizrê bû û got: Kes nikare basê azadiyê û mafê xwe bike, ku her bixwe amade nebe bo gihîştina bi azadiyê û mafê xwe, xwe fîda bike.

Dr. Qasimlo bû ku bo yekemîn car bû danerê wê hizrê ku berewajiyê daxwaza piştevaniya madî û çekan ji welatên dost, divê daxwaza piştevaniya siyasî ji pirsa Kurd bikin ku di vê derheqê de şoreşa Kurd û Hizba Demokrat niha jî li ser vê bingeha hizra wî rêberê mezin peywendiya dostayetiyê dikin û bitaybetî hemî dostên biyanî yên Qasimlo jî ji wê meselê bi başî tê gihîştine û ew jî heta niha, her li ser wê hizrê dostayetî û piştevaniya tevgera Kurd dikin.

Bêguman ewan û sedan hizrên dinêye Qasimloye mezin bo me rêvîngên rêbaza wî re bûne pêwer û wane bo domandina xebatê, her lewmaye ger îro rojê ew rêberê mezin bi ceste jî di nava me de nemabe, lê dîsan jî ev heya niha jî bi hizrên xwe rêber û remz û ronahîkerê rêka xebata meye.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine