“Alan Samrend” endamê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li kêbirkêya Endazyariya jênêtîk de li zanîngeha Oslo ku mezintirîn kêbirkêya cîhanî ya Endazyariya Jênêtîkê ye, beşdarî kiribû karî bi rutbeyekî baş serkeftinê bidest bîne û xelata zêrîn a wê kêberkêyê wergire.
Ew civanê Kurd bilî bidestveanîna xelata zêrîn, berbijêrê baştirîn dîzayna jên li nav 4 hezar û 500 beşdarbûyan de bû. “Alan Samrend” ku xwendekarê zanista bûmaweyî an jênêtîkê ye, li zanîngeha Osloyê de li ser jêna nexweşiyên mejiyê zarokan, mijûlê kar û lêkolînan e.
Alan Samrend pêştir jî ji aliyê zanîngeha Osloyê ve bi sedema lêkolîn û kar li ser şêrpenceya mejiyê zarokan, hatibû xelatkirin.
Alan Samrend, xelkê bajarê Mihabad li Rojhilêatê Kurdistanê û rûniştiyê welatê Norwêjê ye û tevî endambûn li Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, endamê girûpa 9 kesî ya zanîngeha Osloyê ye.