Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi dana 841 milyon Dolaran hate mehkûmkirin

11:06 - 4 Çirriya paşîn 2025

Dadigeha Fediral a Amerîka, hikmek der kir ku rêjîma Îranê bi tawana derbelêdan û kuştina çendîn serbazê Amerîka li nava Êraqê de, û wek berpirsyarê çendîn kiryarên tirorîstî li Êraqê de, bi dana qerebûya 841 milyon Dolaran bi 37 malbat û kesûkarên serbazên Amerîka yên ku lu Êraqê de hatine kuştin û birîndarkirin, mehkûm kir.

Qaziyê dadigeha fediral a Amerîka bi dana hikmekê li ser şikayeta 36 malbatên ku kesên wan li Êraqê de bi hegera karên tirorîstiye rêjîma Îranê sedeme dîtine, ragihan ku dibe rêjîma Îranê 841 milyon dolaran bide wan 36 malbatên Amerîkayî.

Gorî belge û şahidan, rêjîma Îranê li nava Êraqê de çi rasterast û çi bi piştewaniya girûpên terorîstî, li kuştin û birîndarkirina hêzên Amerîka de dest hebûye.

Yêk ji wekîlên wê dosyê li dadigehê de ragihand: herçiqas ev hikme nikare birînên ser dilê malbatên kuştiyên destê rêjîma Îranê nojdar bike û bicebirîne, lê bi curekê dadperwerî vegerandiye, çimku aliyek bi tawanbar hatiye nasandin.