Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Xamineyî çend pêşmerc bo egera danûstandin digel Amerîkayê danîn

11:51 - 4 Çirriya paşîn 2025

Elî Xamineyî ku her ji destpêkê ve li ragihandinan de îdiaya dijayetî tevî danûstandin digel Amerîkayê dikir, niha bi danîna hinek pêşmercan îdia dike ku hekî Amerîka wan pêşmercan bi rê ve bibe, egera vê heye ku li paşerojek dûr de bixwaze daxwaziya Amerîka bo danûstandin, berçav bigre.

Herwisa Elî Xamineyî îdia dike ku dijayetiya Amerîka digel Îranê binyatî ye û taktîkî nîne û dixwaze rêjîmê lewaz bike.

Li vê derheqê de Donald Trump ragihandiye ku bi hizra wî rêjîma Îranê dixwaze danûstandinê digel Amerîkayê bike lê vê yekê îtiraf nake û nabêje û ti danûstankarek behsê vê yekê nake, lê rêjîma Îranê gelek hez dike ku danûstandinê bike.

Elî Xamineyî îdia dike ku hekî Amerîka piştevaniya xwe li îsraîl bi tevavî qut bike û binkeyên xwe yên serbazî li deverê de nehîle û li karûbrên deverê de destêverdanê neke, belku paşerûjek dur de egera vê heye ku Îran bixwaze berhevdanê li ser daxwaziya Amerîka bo danûstandinê bike.

Rêjîma Îranê her carê bi curek û bi îdiayek nû û çewtekariyek nû, bas ji mijara danûstandin digel Amerîkayê dike.