Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li heyva Çiriya Pêşîn de zêdetir ji 241 kes bidar vekirin

10:51 - 4 Çirriya paşîn 2025

Pêka rapora Hengawê, rêjîma Îranê li heyva Çiriya Pêşîn de zêdetir ji 241 kes li girtîgehên xwe de li seranserê Îranê, bidar vekirine ku bi berhevdanîn digel heyva Çiriya Pêşîn a sala 2024 a Zayînî ku zêdetir ji 161 halet bûn, 80 halet anku %49.5 zêdetir bûye.

Pêka vê raporê zêdetir ji 8 girtiyên siyasî ku 6 ji wan Ereb in û 7 ji wan bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê hatine bidarvekirin û herwisa 8 jin jî li vê heyvê de hatine bidarvekirin.

Ragihandinên fermî û herwisa rûpelên pêwendîdar bi dezgeha dad a rêjîmê bi tenî 10 halet anku %4 a wan belav kirine, û 13 binçavkirî jî bi awayê nihênî û bê agehdarkirina malbat an parêzer û herwisa bê hevdîtina dawî digel malbatê hatine bidarvekirin.

Di nava amara bidarvekiriyan li heyva Çiriya Pêşîn ky 241 kesin, 37 Kurd, 27 Lur, 17 Azerî û 16 gîlek jî hatine bidarvekirin.