Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Rûhanî jî, ji Kurdan re rast negot

12:38 - 10 Kanûna pêşîn 2013

dara natiq

Di heyama çend mehên borî de xelkê Kurdistanê bi giştî û gellek ji rewşenbîr, çalakvan, û reformxwazên Kurd di navxwe ya welat de, li ser bingeha wan qewl û sozên ku Hesen Rûhanî di dema propagendeya serkomariyê de, wekî cîbicîkirina beşeke kêm ji xwestek û daxwziyên kêm neteweyan, û bi taybetî danîna kesên xwecihî di îdareyên wan herêman de, dabûne wan, lewra ew jî çavnihêrê reform û hinek guhertinên dilxweşker û piraktîzebûna sozên serkomar bi atybetî di warê diyarîkirina kesên Kurd û xwecihî bo posta serokatiya parêzgehên Kurdistanê bû.

Mixabin ezmûnên salên derbazbûyî ên vê rejîmê û karnameya çend mehî ya hikûmeta Rûhanî bi taybetî di warê diyarîkirina kesên ne Kurd, û ne xwecihî, û kesên ku karê leşkerî û ewlehiyê kirine, bo parêzgarê herêmên Kurdakincî berevajiyê wan soz û qewlên Rûhanî di dema bangeşeya hilbijartinê de bûn, ku dabûne çalakvanên Kurd.

Bi taybetî li serûbendê diyarîkirina parêzgar bo parêzgehên Kurdistanê bo yekemîn car di dîroka deshilatdariya Komara Îslamî de basa danîna Kurdekî Îlamî wekî parêzgarê Urmiyê hate kirin, û eva jî serbarê hebûna têbîniyan li ser derbazbûyiya karê ewlehiyê û karê leşkerî yê wî kesî, ji aliyê reformxwazên Kurd ve wekî pêngaveke erênî derheq xwestekên Kurdên vê parêzgehê hate hesibandin.

Ev propagende, ne tenê bû sedema gefxwarinên kesên şovenîst û kesên bîrteng ên Turkên Azerî, di vê herêmê de, belkû retkirina wê ji aliyê kabîneya Rûhanî û danîna kesekî Turkê Azerî bo parêzgeha vê herêmê, ew yek selimand ku rejîm heya baweriyê bi wan Kurdan jî nake ku pişt li neteweya xwe kirine, û bi tewahî di nava felsefeya Wilayeta Feqîh de heliyane, û parêzerê berjewendiyên vê nizamê ne, ji aliyeke din ve jî nîşan da ku bê bawerî û dîtingeha emniyetî ya rejîmê li hemberî xelkê Kurdistanê siyaseteke neguher û bingehîn ya vê rejîmê ye.

Vekişyana Rûhan ji tewaya sozên xwe ku dabûne kêmneteweyan, û bi taybetî Kurdan, nîşaneya berdewamiya siyaseta vêdedan û asîmîlekirina neteweyên bindest, û geşekirina zêdetir ya rewş û hewayê polîsî û ewlehiyê li Kurdistanê û lêbandiana xelkê kurdistanê, û mifahwergitin e ji dengê xelkê bi armanca rewayîdana bi kiryarên ne rewa û dijî mirovî ên xwe.

Xelkê Kurdistanê bi giştî û çalakvan û reformxwazên Kurd hewce ye ku vê yekê bizanin ku ezmûna zêdetir ji sê dehikan deshilatdariya biyom ya Komara Îslamiya Îranê, eşkere kiriye ku ew rejîma reformhilgir nine, û dîtingeha ewlehiyê û siyaseta guherîna demografiyaya herêma neteweyên bindest û bi taybetî Kurdistan, sitratejiyeke bingehîn ya berdewam e, û nabe êdî xelk li pey kumê ba birî bikevin.