Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Şerefî li welatê Norwêjê simînarek lidar xist

20:25 - 19 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanamedia: Cîgirê sekreterêî gişî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê “Hesen Şerefî” di simînarekê de ku li welatê Norwêjê hate lidar xistin, basek liser mijara Bûyerên niha ên cîhan û herêmê û herweha bandora wan bûyeran liser Kurd û Kurdistan û bi giştî pirsa Kurd, pêşkêşî pişikdaran kir.

Ligorî nûçeya gehiştî destê Malpera Kurdistanmedia yê, Roja Yekşemî berwarê 10’ê Befranbara sala 1394’an a Rojî, simînareke teşkîlatî ji aliyê komîteya giştî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li welatê Norwêjê, bo Hesen Şerefî cîgirê sekreterêî gişî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê lidar xist.

Di vê simînarê de ku piraniya endam û alîgirên Hizba demokrat pişikdar bûn, mijarên sereke ên gotinên Hesen Şerefî pêk hatibûn ji, kurtiyek ji bûyerên niha ên cîhan û herêmê û bandora wan bûyeran liser pirsa Kurd bi nêrîna navbirî.

Herweha girjî û aloziyên vê dawiyê ên di navbera Îran û welatê Erebistanê de û herweha bertek û riftarên Komara Îslamî derheq bi pirsa DAÎŞ’ê di herêmê de û, parvebûna zihêzên cîhanê û welatên herêmê biser dû eniyên şer de, mijara din a simînarê bûn.

Herweha Şerefî basek jî derheq bi kar û çalakiyên opozisyona Îranê û bitaybetî partiyên Kurdî ên Rojhilata Kurdistanê pêşkêş kir.

Di vê derheqê de Hesen Şerfî tekez liser têkiliyên Hizba demokrat tevî partiyên din ên Îranî kir bona vê yekê ku bikarin di heyamê dirêj mideh de, bala wan bo aliyê pirsa Kurd di Îranê de bikişînin ku niha, piraniya wan alî û partiyan bawerî bi firenetewebûna Îranê nine û pitir tekezê liser yekparçebûna Îranê weke yek welat û yek netewe dikin.

Sekreterêî gişî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê herweha derheq bi mijara hilbijartinên Komara Îslamî ku di 7’ê Reşemeya îsal de wê birêwe here basek pêşkêş kir û ragehand ku ez liser vê baweriyê me ku, tiştek bi navê parliman û meclis ku nûneratiya xelkê Îranê bike, tu neye, belkî cihê kombûna hejmarek endamên organekê ne ku “Şêvra Nigehban” rê bi wan re daye ku pişikdar bin û xwediyê tu deshilatekê ninin, xincî şer’îyetdan bi dîktatoriya Komara Îslamî.