Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina 2 şandên PDK Îranê û Partiya Demokrata Kurd a Sûriye “Elpartî”

21:29 - 27 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Li civîna dawî a Du Partiyên Demokrat û Elpartî de, bûyerên dawîn ên herêmê û dexaleta Rejîma Îranê di Sûriye de ketine ber bahsê.

Li gor rapora Nûçegihanê Kurdistanmedia, roja Yekşembê hilkefta 27’ê Tebaxê, şandek ji aliyê PDK Îranê ve bi serberiştiya birêz “Mistefa Hicrî” ve serdana Partiya Demokarat Kurd a Sûriye “Elpartî” kirin û ji aliyê DR. Ebdulhekîm Beşar ê Sekreterê Giştiyê wê Partiyê ve pêşwazî ji wan hatekirin.

Di wê civînê de birêz Sekreterê giştiye PDK Îranê bahsa ji aloziyên herêmê û dest têverdanên Rejîma Îranê nirxandin û li ser hewcehiya nizîbûna Parrtiyên Kurd li hev Du Tekez kir û got: Serkeftina Gelê Kurd girêdayî Hêzên Siyasiye Kurd e.

Pişt re Sekreterê Elpartî di wê ware de Hizrên xwe anîn Ziman rola Partiya Demoklrata Kurdistana Îranê di ware de girîng hesiband û got: Dive têkiliyên PDK îranê tewlî Elpartî Xurttir bibin.