Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina du heyetên PDK Îranê û Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê

15:19 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Heyetek PDK Îranê bi serperestiya birêz “Mistefa Hicrî” seredana Mekteba Siyasî a Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê li Hewlêrê kir.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, roja 19’ê Tîrmeha 2012’an, heyetek PDK Îranê bi serperestiya birêz Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî û hejmarek Endamên Rêberî ên PDK Îranê, seredana Mekteba Siyasî a Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê kir û ji aliyê heyetek wê partiyê ve bi serperestiya birêz mamosta “Mihemed Ferec” Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê ve hat pêşvazîkirin.
Birêz Mistefa Hicrî bi germî pîrozbahiya bidawîhatina karên Kongireya Yekgirtûya Îslamî û hilbijartina mamosta “Mihemed Ferec” wek Emîndarê Giştî yê Yekgitûyê kir û li ser erewşa deverê, guhertinên piştî “Buhara Erebî”, rewşa nebaş a rejîma Îranê di warê giranî û bêkarî, rewşa rejîma Îranê di dinyaya derve de û di asta navnetewî, astengiyên opozîsyûna rejîma Îranê û pirsên li ser riya Kurd li Kurdistan Îranê xistin ber bas û şiroveyan û rol û bandora herêma Kurdistanê di rewşa Îraqê de bilind nirxand.
Piştre mamosta “Mihemed Ferec”, tevî sipasî û nîşandana keyfşiya xwe li seredana birêz “Mistefa Hicrî” û heyeta pêre, boçûnên birêz “Hicrî” pesend kirin û ra û boçûnên xwe sebaret bi pirsên siyasî derxistin hole, li ser li ser pêşvebirin a siyaseta niha a partiya xwe li hember pirsên pêwendîdar ên rewşa Kurd û Îraqê, pêdagirî kir û bi keyfxweşî ve bas ji guhertinên ku bi ser rejîmên dîktator ên deverê de çêbûye kir.
Piştre her du aliyan li ser qahîmkirina pêwendîyên navbera PDK Îranê û Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê pêdagirî kirin.