Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina heyeta PDK Îranê û Komeleya Şoreşgirên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê

15:23 - 22 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Du heyeta Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgirên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê, li dawîn guherînan de hevhizrî kirin.


Li gor rapora malpera Kurdistanmedia’ê, demijmêr 11 pêşnîveroa roja Yekşemî 21’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, şandeke PDK Îranê bi serperestiya “Mistefa Hicrî” sekreterê giştî yên Partê, serdana Komeleya Şoreşgirên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê kir û ji aliyê heyetekî birêveberiya Komelê ve bi serperestiya “Ebdulla Mutedî” sekreterê Komelê ve hatin pêşwazîkirin.
Du heyetên han li bas û rawêjên pêşîn de komek babetên nû li pêwendî li gel tevgera nihaya Îranê paş hatina serkarê Hesen Rûhanî û çend babatekî pêwendîdar bi rewşa deverê û Cîhanê û girêdana alîkariyên navbera bûçûnan, amadigiya xwe ragihandin heta di pêşrojê de gelaleyeke tabet bi her yek ji pirsan gengeş û dest nîşan bikin û ji egera guherînên nû de li her varekê de bête gorê, hevhizrî bikin û rêya baş bigrne pêş.
Hevdîtina du heyetan di keş û hewayeke dostane û bi pêdegirî li ser hevhizrî û alîkariya pitir, piştî 4 demijmêran dawî pê hat.