Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina Nûnerê Komîteya PDK Îranê - Siwês li gel Perlemantarek Siwîsî

21:27 - 27 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Berpirsê Pêwendiyên PDK Îranê li welatê Siwêsê li gel Endam Parlemanek wî welatî hevdîtin pêk anîn.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 26’ê Hezîrana 2012’an, Berpirsê Beşa Pêwendyên PDK Îranê – Siwês, birêz “Bawa Elyasî” li gel birêz “Olî Loînberger” Berpirsê Pêwendiyên Partiya Kesk û Endam Parleman û Berpirsê Komîsyona Navendên Siyasî li Parlemana wî welatî hevdîtin pêk anî û hin basên girîn derxistin holê.
Di hevdîtina han de çendîn basên wekek rewşa niha a Kurdistana Îranê, siyaseta rejîma îslamî a Îranê li hember gelê Kurd, siyaset û helwestên Kongireya Netewên Îranan Federal û hewcehiya sîstematîk kirina pêwendiyên navbera her du aliyan, got û bêj û dan û sitandin kirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê