Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevîtina du şandên pêwendiyên PDKÎ û Partiya Zehmetkêşan

12:08 - 24 Şibat 2014

Kurdistanmedia: Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê seredana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Hewlêrê de kir.

Li gor raporta Kurdistamedia: şandek ji mekteba pêwendiyên Partiya Zehmetkêş a Kurdistanê bi serperestiya Dr.

7903.jpg


Hiwa Seîd Selîm, endamê desteya kargêrî li bajarê Hewlêrê, berwara 23,02,2014an a Zayînî, seredana deftera pêwendiyên PDKÎ kir û ji aliyê şandeke pêwendiyan bi serperstiya Mihemed Salih Qadirî, endamê komîteya nawendî a PDKÎ we pêşwazî ji wan hat kirin.

Di vê hevdîtinê de, şanda partiya zehmetkêşên Kurdistanê, berpirsê nû yê desteya pêwendiyên xwe ji bajarê Hewlêrê bi şanda pêwendiyên PDKÎ re da naskirin û li ser biryarên dawî kongireya xwe axivîn.

di vê hevdîtinê de, Mihemed Salih Qadirî, berpirsê pêwendiyên PDKÎ pîrozbayîa girêdana kongirê ji hevalê Zehmetkêşan kir û li ser helwêstên dawî pîlinoma PDKÎ çend basek anîn rojevê.