Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeyvîn

12:27 - 28 Çirriya pêşîn 2012

Xalid Xaldar: Cara yekem min Dr. Qasimlo li çarçiraya Mihabadê de dît ku li ser taqma Heft kesî diaxivî, her li vir ez ketim jêr bandora axaftinên wî

Hevpeyvîn: Qadir Peyrewî

Xalid Salihî, naskirî bi Xalid Xaldar, sala 1344’ê li gundê Gamêşan ya ser bi bajarê Mihabadê hatiye dinê.

Xalid Salihî her di temenê şeş saliya xwe de, li gundê Gamêşanê diçe mektebê heya ku dewrana despêkî ya xwendina xwe bidawî tîne. Piştre bo domandina xwendina xwe diçe bajarê Mihabadê, piştî derbazbûna sê salan qonaxa nawendî ya xwendina xwe bi dawî tîne ku hevdem dibe di gel serhildana şoreşa gelên Îranê di sala 1357’ê de.


Xalidê şoreşvan despêka nasîna xwe bi PDKÎ re, weha tîne zima: “Bi sedema vê yekê ku şehîd Ebdulla Moînî û şehîd Mîne Şem ku di şoreşa salên 1346 û 1347’an de beşdar bûn, xelkê derdora me bûn û her li derdora gundê me de jî hatin şehîdkirin, û herweha bi sedema vê ku bavê min jî di dema şoreşa 46, 47’an de weke endamê PDKÎ xizmet bi gelê Kurd û PDKÎ dikir, min partiya Demokrat nasî û eva bû despêkek ku min siyaset û şêwaza xebata partiyê, bi şêwazek rast zanî ku di pêxema rizgariya gelê kurd de dixebite, lewma min biryar da ku ez tevlî refên partiyê bibim, lê mixabin seba kêmbûna temenê min, Hêza Pêşewa ez qebûl nekirim, lewma ez hatim binkeya Deftera Siyasî li Şêwe Coyê (Dola Dêmokrat) û li vir de ez weke pêşmerge dame Hêza Parêzgariyê û şerefa pêşmergatiyê PDK bi min re bexşîn.


Havîna sala 1367’ê, ez cardin vegeriyam Îranê û li vir tevlî jiyana xwe ya asayî, min dest avête karê teşkîlatî li hûndurê welat. Sala 1372’ê li ser daxwaza şehîd Ebdulla Şerîfî cardin ez wegeriyam nava refên PDK de û xebata xwe min domand.


Xaldarê şoreşgêr derheq jiyana xwe ya hevpar weha diaxive, sala 1369’ê, min di gel Gelawêj Ehmedî jiyana hevpar pêk anî û berhema jiyana me jî çar keç in.

Bîreweriya herî xweş ya Xalidê pêşmerge weha xwe derdixe holê, sala 1358’ê, dema ku kongireya çar hat lidarxistin û taqima 7 kesî refên partiyê bi cî hêlan, Kak Dr. Qasimlo, li Meydana Çar Çira ya Mihabadê kombûnek bi xelkê derdorê re pêk anî û têde basek li ser taqma 7 kesî pêşkêşî beşdarên kombûnê kir. Vê rojê bo cara yekem min Dr. Qasimlo dît, lewma dîtin û gotinên wî ez xistim bin bandore xwe û pir keyfa min pêre hat.


Xalid Salihî weke bîreweriya herî nexweş a jiyana xwe bi Agiriyê re dibêje ku şehîdketina Dr. Qasimlo bi qasekê bandorek xirab xist ser min ku, piştî derbazbûna çend salan bi ser şehîdketina wê jî, hêj nîşanên wê xwe derdixin hole. Sala 1375’ê, em vegeriyan menteqê û di şerekê de ku di navbera me û hêzên Komara Îslamî de rû da, ez birîndar bûm û destê min şikest. Piştî vegeriyanê ji menteqê, di sala 1376’ê bo emeliyata destê xwe, ez çûme nexweşxaneya Cimhûrî li bajarê hewlêrê. Piştî emeliyatê dema ez hatim ser hişê xwe, min hest bi vê yekê kir ku ez bona şehîdketina Dr. Qasimo digiriyêm, lê dema ku min çavên xwe vekirin, min dît ku nêzîk bi 25 kes ji nexweş û karmendên naxweşxanê hatine bal min û weke min bo Dr. Qasimlo digiriyan. Lewma ez dibêjim ku niha jî birîna ji destdana Dr. Qasimlo bo min kûr û nû ye.


Xalidê pêşmerge gotinên xwe bi vî awayî bi dawî tîne, daxwazê ji xelkê Kurdistanê, ji jin, mêr, keç, û kuran dikim ku weke salên berê piştewanê PDKÎ bin, çûnkî Hizba Demokrat hizba tewahiya xelkê Kurdistanê ye, hizba wane ku hêj ji dayîk nebûne. Guhertin bilez û nêzîk in û xelkê Kurdistanê bila bêhêvî nebin û piştevaniya xwe ji PDK bidomînin. Ciwanên me dirêjiyê bi xwendinê bidin û xebat û tekoşînê di hundur de bidomînin û xwe ji diyardeyên nehez ên civakî weke madeyên hişber biparêzin.





Elî Gûderzî naskirî bi mam Elî, kurê Ezîz, sala 1330’an, li Gundê Qurmîş ya ser bi bajarê Bokanê di malbatek feqîr û hejar de hatiye dinê.


Elî Gûderzî weha ji Agirî re bas ji jiyan û xebata xwe dike: “Seba feqîrî û destengiya malbata me û herweha xistina ferq û cudahiya di navbera xelkê feqîr û hejar di qutabxaneyan de, mixabin min bi tenê karî heya sala sê a despêkî herim qutabxanê, û paşan destan ji xwendinê bikêşm û dest bavêjim karê şiwantî û ajeldariyê. Piştre dayk û bavên min çûn ber dilovaniya xwe, lewma min gundê xwe bi cih hêla, û seba karkirinê ber bi bajarê Şinoyê ve çûm”.


Mam Elî têkiliya xwe bi PDK Îranê re bi vî awayî tîne ziman: “Dema ez çûm bajarê Şinoyê, li mala kesek kal de dimam, û ew kes jî endamê PDKÎ bû û gelek basê Hizba Demokrat û pêşmergên vê bi min re dikir. Hevdem digel vê yekê pêlên nerazîbûnê li dijî rejîma paşatiyê serî hildan û rejima Pehlewî herifî û PDKÎ jî xebata xwe ya nihênî eşkere kir û dest avêt rêxistina xelkê Kurdistanê, bi vî awayî min PDKÎ nas kir, û di sala 1358 de ez tevlî refên pêşmergeyên PDKÎ bûm û di hêza Simko de hatim sazimandan”.


Mam elî di bersiva pirsiyara min de zehmetiyên pêşmergatiyê weha tîne ziman: “Di jiyana pêşmergatiyê de birçîbûn, Birîndarî, şehîdketina heval û hevçeperan, pir zehmet e.


Mam Elî li dor ferq û cudahiya di navbera jiyana pêşmergatiya çiya û jiyana niha di kempan de dibêje ku jiyana di çol û çiyayan de, pir zehmet e, birçîtî, nesaxî û birîndarî û gelek arîşeyên din, jiyanê li ser pêşmergan pir zehmat dikin, lê dema ku pêşmerge vedigeriya menteqê û digel ogirî û evîndariya gelê xwe berbirû dibûn û bi awayek gerim dihatin pêşwazîkirin, tewahiya rojên dijwar ku di çol û çiyayan de di gel zehmetiyan berbirû dibûn, dihatin jibîrkirin û cardin bi dilxweşî xebata xwe didomandin, lê îro di nava kempên me de îmkanatên jiyanê berfirehin û em bi yarmetî û alîkariya partiya xwe dijîn”.


Mam Elî dibêje ku dema me êrîş dikire ser binke û paygahên dujmin û em bi ser diketin, piştî bidawîhatina operasiyonan, em pir dilşa dibûn û bi hevre govend digirt û RDKÎ me gudarî dikir, eva bîreweriyek herî xweş a pêşmergatiya min e.

Lê bîreweriya nexweş ya jiyana min roja 22’ê Pûşpera sala 1368’ê ye. Dema ku Dr. Qasimlo şehîd kirin, em bi qasekê aciz û nerihet bûn ku me nedikarî nan bixon, çûnkî şehîdbûna wî pir giran bû.
Elî Guderzî bi vî awayî gotinên xwe bidawî tîne, şehîd ketina Dr. Qasimlo û herweha çend hevalên min di hêza Agirî li çiyayê Dalanper de, derbek pir giran bû li ser PDKÎ, lê em qahîmtir ji berê xebitîn û me derfeta vê yekê neda ku ev derba giran rolek xirab bixe ser karûbarê partî û pêşmergan. Lewma ez dibêjim ku îman û bîr û baweriya me bi Kurdayetî û PDKÎ bi qasekî qahîm û bi hêz e ku xebata me heya dilopa davîn ya xwînê, wê berdewam be.