Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeyvîn bi Mihemed Nasirî û Tofîq Elmaspûr, du Pêşmergên PDKÎ re

00:04 - 24 Hezîran 2012

Pêşmergên qehreman û cesûr ên PDKÎ ku bi salane di çepera berxwedan û xebat bona bidestxistina mafên netewî di tekoşînek rewa de ne û li vê pêvajoyê de dev ji hemû xweşî û rehetiyên jiyanê berdane. Her yek ji wan tûrikek tejî ji bîrewerî, dastanrêsî û hemasetan hilgirtine ku hilgirê nivîsîna dehan pirtûkan e. Vê carê jî emê hewil bidin kuncek biçuk ji bîrewerî û jiyana pêşmergatiya du şoreşvanan raxînin berçawên we.
Hevpeyvîn: Arif Velezî

Mihemed Nasirî, kurê Ebdulla, sala 1346’ê li gundê Emînava ya ser bi bajarê Tikabê hatiye dinê.

Di zarokiye xwe de karên cur bi cur weke şivanî, berxevanî, gavanî, kedkarî û…. bo malbata xwe û bo xelkê kirine. mema temenê wî gihîştiye 20 saliyê, diçe serbaziyê. Piştî dawîhatina serbaziyê cardin vedigere gundê xwe.

Mihemed Nasirî dibêje: Min PDK Îranê gelek bi başî nas nedikir, çûnkî min xwendewarî nebû, lê şerê Sê mangî dengvedanek weha mezin di Kurdistanê de afirand ku bû sebeb ez PDK Îranê binasim û biryara hilgirtina çeka pêşmergatiyê bidim. Lewre ez tevlî refên pêşmergan li nav PDKÎ de bûm.

Di bersiva pirsyara ku çima heya niha nezewicî ye? Mihemed weha dibêje; her di despêka nûciwaniya xwe de seba desttengî û hejariyê min nekarî bizewicim û herweha min tu xizm û kes jî nebûn ku ez daxwaza hevkariya malî jê bikim. Paşan ku bûme pêşmerge jî, min zêde guh nedaye vê mijarê, lewre heya niha nezewicîme.

Mihemed Nasirî niha kêmendam e û pêyek wî hatiye birrîn. Li dor vê bûyerê de eşkere kir ku: Ez û komek pêşmergan li gundê Qizqepana ser bi bajarê Tikabê, heyamê 5 şev û rojan di nava befrê de ji aliyê caş û çekdarên Komara Îslamî ve hatine dorpêç kirin û me şerê man û nemanê dikir. Li wî şerî de em derbas bûn, lê mixabin piyê 20 pêşmergan sirrêbirî bûn ku yek ji wan, ez bûm. Ew rewş heya sala 1381’an domiya, lê li bûyerek din de li Gir Çadira nêzîk bajarê Koyê (kuristana başûr) fîşekek ji destê hevalek Hizbî de derçû û mixabin bi piyê min ket, piştî midehekê seba xirabiya birîna gulleyê, nojdar neçar man ku piyê min bibirin.

Ew bîreweriya herî xweş a jiyana xwe li dîtina ji nêzîk ve a Dr. Qasimlo vedigerîne û dibêje: Sala ku Komara Îslamî êrîş kire ser bajarê Serdeşt û derdora wê, ez wekî meimûriyet bo Komîteya Serdeştê hatibûm şandin. Rojekê şer gerim bû di navbera hêzên Komara Îslamî û hêza pêşmerge de, Muzefer Teymûrî ku Fermandehiya şer li eniya me de dikir, hat û regehand ku Dr.Qasimlo dê bê û seredana pêşmergan bike. Şehîd Qasimlo heya kûrahiya şer hat û civînek bo me girt. Di civînê de me Dr.Qasimlo rexne kir ku çima derbasî nuqteya kûr a şer bûye û ewqas rê biriye û hatiye cem me, û me daxwaz jê kir ku bilez paşde vegere.

Wê demê Hêza Piştîvan ya ser bi Yekêtiya Nîştimanî a Kurdistana Îraqê di hemû eniyan de mil bi milê pêşmergên PDK li dijî hêzên Komara Îslamî şer dikir, şehîd Qasimlo daxwaz ji Kak Muzefer kir ku piraniya pêşmergên Hêza Piştîvan li bal xwe rabigre heya dawiya şer. Eva cara yekem bû ku ez Dr.Qasimlo ji nêz ve bibînim ku hestek pir xweş da min û tu car ji bîr nakim.

Derheq nûçeya herî nexweş, bi êş û azar li bal xwe, Mihemedê Şoreşvan da zanîn: Ez li nexweşxaneya partiyê li Qendîlê de çayçiyê pêşmergan bûm, demjimêr 12’ê nîvro Radyo Dengê Kurdistana Îranê xebera şehîdketina Dr.Qasimlo ragehand, xemgîniyek mezin têkel bi azar û giriyê hemû cismê min dagirt û min ji nerehetiyan de nedizanî ku çi bikim. Ew roj, roja herî nexweş bû di jiyana min de heya niha, birastî min we dizanî ku cergê min birîn.

Mihemed Nasirî di dawiya gotin û biserhatên xwe de ku mixabin tenê derfeta weşandina beşek ji wan me heye, serbarê şandina silavan bo ruha pak a şehîdan, bo malbatên şehîd û girtiyên siyasî û hemû xelkê Kurdistanê re, daxwaza serkevtinê Partiya xwe kir ku hêviyek herî mezin a wî ye û li vê derheqê de rû ji keç û xortên Kurdistanê kir ku bo gelê xwe bixebitin û dûr bin ji her pîlan û kumpiloyekê ku dujmin dixwaze ji riya we ve bi dijî gel birêve bibe.


Tofîq Elmaspûr
, naskirî bi Mam Tofîq kurê Seîd, sala 1339an, li gundê Hesen Liwêlan a ser bi bajarê Sayînqelayê ji dayîk bûye. Di zarokiya xwe de karê cotyarî û pezdariyê bi malbata xwe re kiriye heya sala 1357an, ku navê wî ji leşkeriya rejîmê re tê, lê hikûmeta Pehlewî diherife û naçe serbaziyê.

Mam Tofîq li dor naskirina PDK Îranê weha dibêje; Temenê min 17- 18 salî bû, min bindestiya gelê kurd hîs dikir, lê bona wê ku min xwendewarî nebû, min zulm û zora ser gelê xwe jî bi başî nedizanî. Lê nav û deng, qehremanî û cangorîtiya pêşmergan ku bibûne dastan û çîrokên ser zimanê kalan, ez jî ecibandibûm û bibûme evîndarê pêşmergan û vê rêbazê.

Serencam sala 1358’an, komek pêşmergên hizbê derbasî gundê me bûn. Ez bi eşq û evînî ve çûme bal wan û min daxwaz kir ku bibim pêşmerge. Wan ez şandim fêrgeha partiyê. Dûre bo midehê 40 rojan min çay bo pêşmergan tê dikir. Piştî wê çeka partiyê dan min û cardin ez şandim gundê xwe.
Mam Tofîq basa evîndariya xwe bi Xedîce Feyzî re dike ku niha hevjîna wî ye. Piştî dildarî û hejêkirinek domdirêj ew dizewicin û take kurek dibe berhema jiyana wan.

Gelek kes ji dost, heval û hevçeperên mam Tofîq bas û pesna biwêrî, çelengî û mêrxasî, îrade û morala bihêze wî di qada şer de dikin, ku li rastî de pêşmergeyek qehreman bûye. Ew du caran birîndar bûye. Cara yekem sala 1365an li çiyayê Şek Meydana Sayîqelayê ez birîndar ketim. Cara duyem jî sala 1369an, li Pîr Çopan a ku dikewe navbera bajarên Seqiz û Bokanê de, piyê min bi tundî birîndar bû, ku heya niha jî ez azara wê dikişînim û li rastî de ew piyê min seqet e.

Elmaspûr dema bas ji êş û elemên jiyana pêşmergatiya xwe dikir, ez jî matmayî û kûr difikirîm ku çiqas astengî û kovan dîtine, lê bo carekê jî hizir ji xiyanet û destberdan ji rêbaza xwe nekiriye.

Wî dastana êxsîrketin û revîna xwe ji destê hêzên Komara Îslamî re weha vegerand: Sala 1360’î li gundê Quzlû ya Hevşarê, şerê me û hêzên Komara Îslamî çêbû, mixabin ez êxsîr ketim û hukmê 15 sal cezaya zîndanê bi min re hat dayîn, lê piştî 3 sal û nîvan, di meha dawîn a havîna sala 1364’an, min karî ji zîndanê birevim û cardin vegeriyam nav refên partiya xwe û xebat û tekoşînê ji nû ve dest pêbikim.

Bîreweriya xweş ya Tofîq Elmaspûr ew bû ku demsala zivistanê dihat û em li menteqê dizivirîn. Dr.Qasimlo jî dihat civîn pêk dianîn û bo me diaxivî. Dema ku çavên min bi Dr.Qasimlo diketin, ez pirr dilxweş dibûm û heya dawiya civînê ez sermestê dîtin, nêrîn, ken û xweşbêjiya wî dibûm.

Mam Tofîq qala bîreweriyên tal di jiyana siyasî ya xwe de kir. Bi teybetî yek ji wan pirr balkêş bû ku hovêtiya rejîmê nîşan dide. Wî da zanîn dema ku êxsîr ketiye, 7 caş û xwefiroşên devera wan çûne bo bi nav dadgeha rejîmê, daku şahidiyê li ser wî bidin û cezayên wî girantir bikin. Yek ji wan, Ehmed Gulê dibe ku midehek kurt pêşmergê PDKÎ bûye, lê xwe teslîmî Komara Îslamî kiribû. Dema ku di nava partiyê de dibe, mam Tofîq gelek xizmeta wî kiriye. Lewma di dadgehê de jêre dibêje: keko min gelek başî bi nîsbet te kirine, lê çima tu dixwazî li dijî min îfadan bidî û min didî kuştinê?

Di bersiva min de li ser hemdê xwe got; xwe nerihet neke! te jinek û kurek heye, hekî xwedê bixwaze dema tu hatî îdamkirinê, ezê jina te ji xwe mare bikim û kurê te jî xwedî bikim! Te xem nebe! û hîl hîl dikeniya. Wî ez gelek şikandim. Ez pir aciz bûm û li hêrsan de min nedizazî û ne jî dikarî çi bikim. Lê ew heyf li ser wan nema û piştî çend salan li şerek bi pêşmergan re hatin kuştin.

Piştî xebatek 30 salî, Mam Tofîq mîna salên destpêka xebata xwe, her qurs û qahîm û hêvîdar e bi serketinê û dixwaze bi serbilindî vegere nav gel û doma temenê xwe li ser xaka xwe bijît. Lewma ciwanên kurd re dibêje: haydar bin! bi ked, xebat û qurbaniyên zaf ve me kariye PDK Îranê heya vê qonaxê bînin û li ser xebata xwe ya rewa berdewam ragirin, lê ji niha şûn de ew erka li ser milê we ye û divê hûn jî tevlî xebatê bibin, vêca di her çeperekê de be, girîng armanc, xizmet û rizgarî ye.