Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyek Beloç bi 22 salan hepsê hat mehkûmkirin

13:54 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Şîrehmed Şîranî ji aliyê dadgeha Şoreş a Zahidanê ve bi tometa muharibe bi 22 salan hepsê û dûrxistin bo girtîgeha Erdebîlê hat mehkûmkirin.


Li gor rapora nûçegihaniya Hirana, Şîrehmed Şîranî ku sê salan berê li Tehranê destbiser û piştî heyamekê bo destbisergeha Wezareta Îtilaata Zahidanê hat veguheztin, wan dawiyane ji aliyê dadgeha Şoreş a Zahidanê bi 22 salan hepsa bi dûrxistin ve bo girtîgeha Erdebîlê mehkûm bû.
Navbirî di heyamê sê salên derbasbûyî ji mafê mirexesî, hevdîtinên kabîneyan û hizûrî bêpar bûye û tenê du caran bo demê dû xulekan bi telefonî bi malbata xwe re axifiye.
Hêjayî gotinê ye ku navbirî ji wan girtiyan e ku piştî derbasbkirina 40 rojan di girtîgeha Navendî a Zahidanê, bi hêceta hebûna rûyek mesebî bi qerentîne û piştre bo cihek nediyar hatin veguheztin û heya niha ji çarenivîsa wan tu zanyarî di berdest de ninin û rewşa han bûye cihê nigeraniya malbata wî.