Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyek Kurd ji aliyê Sipaha Pasdaran ve hat kuştin

20:17 - 26 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Seba teqeya hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê, hevwelatiyek xelkê bajarê Serdeştê bi navê “Hesen Ebdulla” canê xwe ji dest da.


Li gor rapora malpera “Rûdaw”, berwar 25’ê Îlona 2012’an, hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma îslamî a Îranê, teqe ji hejmare kasibkar û kolberên ser sînor ên bajarê Serdeştê li ser sînorê Serdeşt – Pişder kirin û di encam de hevwelatiyek bi navê “Hesen Ebdulla” ku xwediyê 5 zarokan e hat kuştin.
Hesen 34 salî, li cihekê bi navê “Zelê” bûye armanca gulleyên hêzên rejîma Îranê û di cih de canê xwe ji dest daye.
Xelkê Kurdsistanê seba nebûna bijîva jiyanê, rû li karê pirrmetirsî yê kolberî û kasibkariya ser sînoran dikin û tevî îzna rejîma Îranê û dana “karta kesk” bi kolberan, dikevin ber destrêja hovane a hêzên rejîmê û mehane dehan kes dibin gorî.