Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyek Selmasê destbiser û 2 sal heps biser de hat sepandin

15:48 - 19 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Hevwelatiyek Kurd yê xelkê Selmasê bi tometa ewlehî û derbasbûn ji sînor, 2 sal heps û 14 milyon Tûmen pere ceza biser de hat sepandin.


Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan li Îranê, berwar 10’ê Tebaxa 2012’an, hevwelatiyek Kurd yê xelkê Selmasê bi navê “Ferzinde Penîrek” kurê “Çengîr” û xelkê gundê “Birûşxweran” a ser bi bajarê “Selmas”ê ji aliyê hêzên Ewlekariyê ên rejîma Îranê ve destbiser û ji aliyê dadgeha “Înqilab” a Selmasê ve bi tometa ewlehî 2 sal hep biser de hat sepandin.
Herweha navbirî bi tometa derbasbûn ji sînor bi 14 milyon Tûmen pere hat cezakirin.
Li gor çavkaniyê, navbirî berê jî ji aliyê hêzên Ewlekariyê ên rejîmê ve desbiser û bi danîna rehînê serbest hatibû berdan.
“Ferzinde Penîrek” niha di girtîgeha bajarê Selmasê heyamê hukmê xwe derbas dike.