Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyek Serdeştê bi teqeya hêzên rejîmê birîndar bû

22:11 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Hêzên nîzamî ên rejîma Îranê ku bi mebesta gerîna malên xelkê derbasî gundek Serdeştê bibûn, berbi rûyê xelkê bûn û çekdaran destrêj ji xelkê kirin. Di encam de gundiyek birîndar bû.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja 28’ê Tîrmeha 2012’an, hêzên rejîma Îranê ên paygeha “Bêjwê” bi armanca gerîna malên xelkê derbasî gundê “Dînaran”ê serbi devera “Alan”a Serdeştê bûn, lê xelkê wî gundî hewla pêşgirî ji gerîna malên xwe ji aliyê hêzên rejîmê ve dan û kiryara han bû seba destrêja çekdarên rejîmê ji xelkê û di encam de kesek bi navê “Ako Şêxî” xekê gundê Dînaran bi tijwarî birîndar bû.