Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyekî sivîl xelkê Bokanê bi destê hêzên rejîmê ve hat kuştin

15:27 - 18 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî Kurd li ser rêya navbera Seqiz û Bokanê bi teqeya hêzên nîzamî yên rejîma Îslamiya Îranê hat kuştin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, şeva çarşemî 17’ê Nîsan a 2013’an Zanyar Axabeyîgî temen 24 salî kurê Ehmed, li ser rêya Seqiz û Bokanê nîzîkê gundê Merxuzî a ser bi devera Gewrkayetî a Seqizê, bi guleyên hêzên rejîma Îslamiya Îranê canê xwe ji dest da.

Bi gotina keseke hayîdar Zanyar li gel hevalekî din bi tirombêl di dema derbas bûn ji vê rêyê bûne ku ji aliyê hêzên nîzamî ve teqe ji wan hat kirin û li encam de Zanyar canê xwe ji dest da û ew kesê ku li gel da bû hat birîndar kirin.
Malbata Zanyar Axabeyîgî şeva 17’ê Nîsanê termê kurê xwe li nexweşxaneya bajarê Seqizê werdigirin û teslîmê erdê dikin.

Hevwelatiyê han ku nexwast navê vî eşkere be got: Hêzên rejîm bê ewê ku sebebek hebe teqe ji wan hevwelatiyên Kurd kirine.