Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyên Kurd ên kempa “Elwelîd” di metirsiyê de ye

14:19 - 2 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Rewşa penaberên kempa “Elwelîd” li Îraqê nebaş e û ji aliyê berpirsên wê dewletê ve gefa derxistinê ji wan tê xwarin.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmeida, 28’ê Tîrmeha 2012’an, berpirsê hertimî yê penaberan li Wezareta Hundir a Îraqê, seredana kempa “Elwelîd li parêzgeha “Enbar”ê kiriye û gef ji penaberên Kurdên Rojhilata Kurdıtanê xwarine ku gerek wî erdî bicih bihêlin.
Penaberên han ku di rewşek pirr xirab de dijîn, ji aliyê wî berpirsê hikûmetî ve îzna axaftinê bi wan nehatiye dayîn, heta gefa vê yekê ji wna hat xwarin ku xwe ji koçkirin bo biyabanên Îraqê re amade bikin.
Li gor rapora han jiyana hejmarek zêde a penaberên sînorê navbera Sûriyê û Îraqê ku bi darê zorê hatine cihgîrkirin, di metirsiyê de ye.

Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê