Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiykî sivîl li gundekî Nexedê ji aliyê kirêgirtiyekî rejîma Îranê ve hat kuştin

16:18 - 21 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: kirêgirtiyekî rejîma Îslamiya Îranê li ser astengiya zevî û zaran akinciyeke gundê “Deşta Qurê”a ser bi bajarê Nexdê kuşt.

Li gornûçeya malpera Kurdistanmedia, Elî Sayedar naskirî bi Elî Hacî Ezîz temen 75 salî û akinciyê gundê Deşta Qurê ji aliyê kirêgirtiyekî rejîma Îranê ve hat kuştin.

Bi gotina kesên hayîdar, Elî Sayedar zevî û zar li gel ew kirêgirtiyê rejîmê hebûye û li encam de kirêgirtiyê rejîmê li gel zawayê xwe “Elî Sayedar” kuştine.

Nave kirêgirtiyê rejîma Îranê “E.Q” ye.

Termê hevwelatiyê han ji aliyê malbata wî li pizîşka yasayî hatiye wergirtin û teslîme erdê kirine.

Bi gotina hevwelatiyn “E.Q” bi hukma ewê ku ser bi rejîma Îslamiya Îranê ye, li wê rêyê zext û givaş xistiye ser akinciyên pişkek li gundên ser bi bajarê Nexedê.