Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlidan bo yekrîziyê li pêxema serkevtinê de

12:39 - 12 Çirriya paşîn 2012

Rambod Lutfpûrî

Beşê yekem: Yekîtiya navxweyî û yekxistina navmala hizbê
“Ji vê hindê zêdetir dijayetiya yektir nekin, yekgirtî û palpiştê hevûdin bin... xatircem bin ku yekîtî û tebahî û bidestve anîna zanistê dibe sedema serkevtina we li hemberî dujmin de...yekîtî û yekrêziya xwe biparêzin...”.
Pêşewa Qazî Mihemed, ( li wesiyetnameya pêşewa de)
Destpêk:

Bêguman yek ji giringtirîn mercên serketina her bizav û tevgerekê yekîtî û yekrêziya endamên vê tevgerê ye, tenê li yekîtiyeke organîk a endamên vê bizavê de ye ku bizav wek peykerek yekgirtî dikare tevgerek armancdar û kêrhatî bîne holê. Wate bizav wek organîzmekê kar dike ku her yek ji endamên wê, serbarê cudahiya li bîçm û naverok, û erkên xwe de, bihevre û her yek bi awayê xwe, li xizmet armancek giştî û meztir de ne, armancek ku li encam de berjewendiya tak tak ya wan û berjewendiya wan ya giştî dabîn dike.

Diyare ku her yek ji endaman jî li xwe de sîstemek organîk hene, û li komek endamên biçûktir pêk hatine ku pêwendiyeke çirr û bihêz bi hevre hene. Bo mînak heke em organîzma cestyê mirov li ber çav bigrin, em dibînin ku her yek ji endamên leş, bîçm û nawerok û erkê taybet bi xwe hene, û li hemen dem de bi giştî li xizmet armancek taybet û giştî de ne ku jiyana mirov e. Wate koma endamên leş ji bo jiyana mirov pêwîst e, lê di gel vê yekê jî hinek ji endaman erkek jiyanîtir li ser milê wan e û zirardîtina wan dikare metirsiyek zêde ji qas bo mirov hebe.

Di demekê de ku hinek ji endaman li egera têkçûnê de kêşeyê ji bo jiyana asayî ya mirov pêk tînin, lê nabne sedema metirsî û tehlûkeyek zêde li ser jiyana wî. Ew hevkêşeya li nav organîzma her yek ji endaman de jî bi heman şêweyî tê dîtin, bi vê cudahiyê ve ku pêwendiya organîk li wir de gellek çirrtir û jiyanîtir e. Wate têkçûna her yek ji endamên vê beşê dikare giştîtiya endamên organîzma meztir ji kar bixe.

Lewra hevahengiya di nav endamên organîzmên biçûktir de gellek jiyanîtir û giringtir e, ta havkariya li nav endamên organîzma meztir de. Mebest ji anîna vê mînakê selimandina vê rastiyê ye ku ew yasaya li ser biyavê siyasî de jî zal e. Wate li pêwendî tevî basa vê mijarê de em dikarin bêjin ku yekîtî û yekrêziya hemû hêzên demokrasîxwaz ên Îranê pêwendiyeke organîk e ku li pêş de, bo me Kurdan pêwîstî bi yekrêzî a hêzên siyasî ên Kurdistanê heye, û berî wê jî bo me ye demokrat hewcehiya me bi yekrêziya navxweyî heye.


Ji aliyek din ve jî ew dirûşma giring a kongireya 15’ê a PDKÎ “hewildan bo yekrêzî li pêxema serkevtinê” li kiryar de bi vî awayî tê zanîn ku pêngava yekem nemana duberekî û rikeberî, ên nalojîkî li nav refên PDKÎ de ye, û pêngava duyemîn pirsa çareserkirina mesela hevalên me ên berê ye. Pêngava sêyemîn pêkanîna hevkarî û yekgirtinê ye li navbera hêzên resen ên xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê de, û dawî hewil û pêngav ku ew jî hevkarî û yekrêzî li gel opozisyona demokratîk a Îranê ye.

Li vê beşa vê gotarê de bi Kurtî emê ronahiyê bixne ser pêwîstî û derfetên yekîtiya navxweyî û yekxistina navmala hizbê, ku pêngavên yekem û duyemîn ê piroseya yekrêziya li pêxema serkevtinê de ne.

Yekîtiya navxweyî:


Bûna cudahiya bîrûra û rikeberiyên cuda cuda li her warekê de hebin, li nav her pêkhateyekê de û bi tyabetî li nav rêkxirawên siyasî de jî tê xuyakirin û ta radeyekê jî ne tenê xwezayî ye belku bo çalakiya rêkxirawê hewce ye. Lê bi mercekê ku ew cudahî û rikeberî bingehek siyasî û lojîkî a wan hebe û li xizmet geşe û ber bi pêşveçûna rêkxirawê bi giştî de bin, ne wek vê ku mixabin li nav piraniya hêzên siyasî ên Kurdistanê de tê dîtin ku li pêxema deshilatek bi berçav û hinek binemayên meirifî wek bandbazî, takperestî û navçegerî be.

Tevgera Kurd bi giştî û hêzên siyasî li borî de ew şêwe rikeberiyên nemeirifî mixabin gellek ceribandine û ji bilî jihevcudabûnan tu encam bi dest nexistine, lewra wek yekem pêngav pêwîste ku hêzên siyasî bi mikanîzmek guncaw û kêrhatî, berbirûyê vê diyarokê bibin, û refên navxweyî ên xwe qahîmtir bikin. Bo vê armancê jî avakirina sêstemeke perwerdê li ser binemaya bihêzkirina baweriya netewî, dikare alîkarkerek baş be. Perwerdeyek ku berjewendiya netewî bike tewera sereke, û ji hizra xebata şoreşvanan û ji baweriyên sunetî û nameirifî, wek bandbazî, takperestî û navçegrî lawaz û kal bike.


Yekxistina hêzan:


Li çend salên borî de diyardeyek cudabûnan piraniya herî zêde ya rêkxirawên Kurdistanê bi xwe ve girtine û rewşeke bêhêvîtiyê bi ser bizavên rizgarîxwaz ên Kurdistanê de zal kirine. Ew cudabûn ku bi giştî bi dûr ji her terze hokarek siyasî û meirifî bûn, pitir berhema jiyana daxistî û kêm çalakiyên piraktîkî û ew rikeberiyên nalojîkiyane bûn ku me qala wê kir.

Lê ya ku niha û piştî çendîn sal derbasbûn bi ser wan cudabûnan bo xelkê Kurdistanê û endaman û karbidestên partiyan jî eşkere bûye, ew e ku veqetiyan ne tenê her nekariye ku kêşeyan çareser bike, û enerjî û hêza pengurî a li nav refên şoreşê de bixe ger, belku tevgera rizgarîxwaziya Kurd ber bi lawaziyê bir û pirş û bilav û ne hevahengiyek zêdetir ji caran afirand. Wate derket ku dirûşmên çaksazî û baştirkirinê tenê bergek rûkeş û rûbendek bûn ku li ser bejn û balayê kursî û deshilatê hatin kirin û tu reh û rîşeya wan girêdayî bi rastiyê ve nebûn, û teibîr ji xwesteke dilsozane nedikir. Lewra gellek nekêşa ku tewaya ew diyarokên nehez û nesaxiyên kujer, xwe li cesteyê vê hizbê de dubare kir.


Lê serbarê tewaya wan kêşe û giriftên ku wan cudabûnan berbirûyê tevgera rizgarîxwazane a Kurd kirin, ya ku cihê dilxweşiyê ye ew e ku li heyamê sala borî de hêdî hêdî û heya radeyekê rewşek rastbînî bi ser lêkdaneweya layenan de zal bûye, û hêdî hêdî bas ji yekrêziyê hatiye nav rojeva partiyan de. Renge ew basa pêştir jî ji aliyê hinek aliyan ve hatibe ber bas, û manor jî li ser hatibe dan, lê cudahiya vê basê di gel ya ku pêştir hatiye kirin, vedigere bo naveroka wan. Wate gaziya yekgirtin û li hevnêzîkbûnê, rasterast piştî cudabûnê zêdetir diçe xaneya taktîk û manorên siyasî de, lê ya ku niha li rojevê de ye, stratejiyek e ku berhema amadebûna rewşa derhest û berhest a diyalog û têgihîştina ji hewcehiya yekrêzîya li nav tevgerên Kurd di vê serdemê de ye.


Lewra hewce ye ku yekrêzî bibe gotar û dîskorsa zal bi ser pêwendiyên tev layenên ji hev cudabûyî. Pêngava piraktîk jî li vê derheqê de pêwîstî bi berçav girtina sê fakteran heye:
Yekem, xwe parastin ji basên nehewce ên pêwendîdar bi kêşeyên berê. Yan bi qewlê Kurd dibêjin “kaya kevn nedne ba”.

Duyem, lêkdanewe bi awayê hûr û zanistiyane li ser hokarên serek ên wan diyarokan û vedîtina mîkanîzmekê bo şareserî û pêşgirtin ji serhildana dubare a wan.
Sêyem, destpêkirin û berdewamiya diyalogê bi bê tu pêşmercekê.
PDKÎ û yekgirtina li gel hevalên pêşîn
li pilînoma çarde ya piştî kongireya çardê a PDKÎ, (wate du pilînoman pêş kongireya 15,ê) biryara destpêkirina diyalogê bi armanca yekrêziya li gel hevalên pêşîn hate pesendkirin. Vê biryarê fazek nû ji pêwendiyên her du aliyan de vekir, û hêvî û omêdeke zêde bi alîgirên hizbê bexşî. Piştî vê biryarê û yekem rûniştina heyetên her du aliyan, aso û ronahiyek zêdetir li warê yekgirtinê bi xwe ve dît û dilxweşiyek zêdetir afirand.

Lê piştî heyamekê ji aliyê serkirdayetiya hevalên berê, mercek hate gorê ku pêşeroja pirosê xiste nav gumanê. Herçend li destpêkê de basa diyaloga bêmerc hatibû kirin, lê wan hevalan bi anîne rojeva mercê bi fermînasîna wan, wate fermînasîna navê wan li civînan de ta radeyekê rewş aloztir kirin.

Li rastî de diyarîkirina mercekê ku bixwe yek ji xalên giring û cihê nakokî û gengeşê ye, wek mercê diyalog û danûsitandin û gihîştina bi hev nikare helwestek lojîkî be. Bikaranîna navê PDK ji aliyê wan hevalan ve xala here serekî ya cihê nakokî, û meztirîn astenga li pêşberî hevkarî a her du aliyan bûye.

Niha çawan mirov dikare qebûlkirina xala cihê nakokiyê, bike merca bihevre rûniştinê bo çareseriya nakokiyê. Heke ew yek bihatina qebûlkirin kêşe ew qas nedikêşan û ji mêj ve bû ku pêwendî û hevkarî wê heba. Lewra her du alî wek stratejî çav ji piroseya diyalog û yekrêzîyê dikin, nabe mercek weha danên ku riya diyalogê bigre. Ew xal dikare li diyalogan de bikeve ber bas, ne eva ku qebûlkirina vê bikne pêşmerc, eva bixwe jî şakilîda çareseriyê ye.
Heke kêşeya nav were çareser kirin, çareserkirina kêşeyan ew qas nakêşe. Ji bilî van pirsan jî, heke stratejî û mebesta serekî ya wan diyalogan yekgirtin û yekrêzî ye, çima dibe kêşeya nav em bikne berbest û rêgir li vê rewtê de.

Li dawiyê de jî hêjayî basê ye ku ew destpêşxeriya PDKÎ bo vekirina deriyê diyalog û hewildana pêdagirane bo yekrêziyê li kongireya 15 a PDKÎ, hate pesendkirin. Kongireyê wek erkbi rêberiya nû rasipartiye ku tewaya hewlên xwe bo pêkanîna rewş û seqaya alîkariyê, û li encam de yekgirtina li gel hevalên berê bixe kar.

Li gel vê ku rêberiya PDKÎ dibe, ew qasê hewla xwe bo bi encam gehandina vî erkî bixe ger, lê ew yek hevkêşeyek du alî ye û pêwîstî bi helwestên pêdagirane a her du aliyan heye. Bê guman bi encam gihştina wan hewlan û pêkhatina her du aliyan dibe mînakek bo aliyên nakok ên hêzên Kurdistanê jî, û rewşê bo yekgirtina wan jî pêk tîne. Ji vê hindê jî giringtir ew delîveya baş û gunvaw e ku li rewşek weha de bo hevxebatiya tewaya hêzên resen ên nav bizava rizgarîxwazane a Kurdistanê de tê holê.