Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeta kongreya neteweya Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye

20:41 - 22 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Heyetekî 9 kesî pêkhatiye ji endamên lêjneya Amadekariya Kongreya Neteweyî a Kurd bi hinceta şopandina rastiya komkujiya kurdên Rojavayê Kurdistanê li Kurdistana Sûriyê ne.


Li gor nûçeya malper Kurdistanmedia, roja duşemî 19’ê Tebaxa 2013’an, heyeta Komîteya Amadekariya Kongreya Neteweyî piştî lêkolîn û hevdîtinên xwe yên li Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa derbasî bajarê Qamişlo bû.
Ew heyete bi hinceta hayîdar bû û lêkolîn ji rewşa Kurdan serdana Rojavayê Kurdistanê kir û heya niha serdana çendîn cihan weke: Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa, hejmarek gund û deverên taybet û duho êvarî jî serdana bajarê Qamişlo kirin.
Lêjneya şopandina rastiya komkujiya kurdên rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo duho êvarî tevî Encumena Nîştinamî a Kurd li Sûriyê, Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê û nûnerên tevgerên ciwanan hevdîtin pêk anîn.
Her wusa lêjnê hevdîtin l igel çend malbatên gundên Til Eran û Til Hasil ên ku, li ser destê komên çekdar ên ser bi Dewleta Îslamî a Êraq û El-Şam / Eniya El-Nusra ve ne, rastî komkujiyê hatin kir.
Lêjneya han piştî evê ku yehamê du heftî berî niha hejmarek zarok, jin û hevwelatiyên sivîl yê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hatin kuştin, pêk hat û Partiya Yeketiya Demokrat (PYD) ew kare bi terorîstî bi nav kir û ragihand ew komkujiye bi destê hêzên Bereya Nosre hatiye kirin.
Her di vê pêwendiyê de serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî daxwaz li lêjneya Amadekariya Kongreya Neteweyî ya Kurd kir ku heyetek bi heceta şopandina rastiya komkujiya kurdên Rojavayê Kurdistanê pêk were û biçine Sûriyê.

Endamên lêjneya şopandina rastiya komkujiya kurdên rojavayê Kurdistanê pêk hatine ji:

-Rostem Cehangîrî Nûerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)
-Partiya Aştî û Demokrasî (BDP)
-Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
-Yeketiya Nîtimaniya Kurdistanê (YNK)
-Nûnerê Yekgirtiyûya Îslamiya Kurdistanê
-Nûnerê serokayetiya Herêm
-Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî)
-Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)

6296.jpg