Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetek ji Pêwendiyên Hizba Demokrat serdana Malbenda 3 ya YNK’ê li Hewlêrê kir

16:00 - 2 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Heyetekî Pêwendiyên Hizba Demokrat, bi boneya 40 saliya avabûna Yekîtiya Nîştîmanî a Kurdistanê, serdana Malbenda 3 ya vê Hizbê li bajarê Hewlêrê kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, heyetek ji Pêwendiyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Hewlêrê bi serpereştiya Mihemed Salih Qadirî, endamê komîteya nawendî ya vê hizbê, roja yekşemî 31’ê gulana 2015`an, seredana malbenda 3 ya Yêkîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê di vî bajarî de kir û ji aliyê heyetek ji YNK’ê bi serpereştiya “Rizgar Elî” endamê Mekteba Siyasî , pêşwazî ji wan hate kirin.

Qadirî di vê serdanê de, 40’mîn salvegera damezrana Yekîtyia Nîştîmanî ya Kurdistanê, pîrozbahiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê arasteya berpirsên vê hizbê kir, û xebat û têkoşîna vê Hizbê di xebata siyasî ya gelê Kurd de bilind nirxand.