Kurdistanmedia: Heyetek PDK Îranê - Siwîs, di konferansa “Girûp Parlemandar”a Siwîsê de bo piştevanî ji gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê beşdarî kir.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 12’ê Hezîrana 2012’an, heyetek Komîteya PDK Îranê – Siwîs bi serperestiya birêz “Namdar Seferî” di konferansa “Girûp Parlemantar”a Siwîsê de bo piştevanî ji Kurdên Sûriyê beşdarî kir.
Konferansa han ji aliyê birêz “Karlos Samaroga” Hevserokê “Girûp Parlemanî” û Endamê Birêvebirî yê Partiya Sosyalîst a Siwîsê birêve çû.
Di konferansa han de pirsên weke rewşa gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê û guhertinên çavnihêrnekirî û herweha şandina heyetek Parlemana Siwîsê bo Kurdistana Sûriyê li Havîna îsal de ketin ber bas û dan û sitandinan.
Herweha ji aliyê “D.r Nasan” û “Îzolî Eydin” ku her du ji wan Kurdên Sûriyê ne, li ser rewşa siyasî a nihaye Sûriyê, komkujiya xelkê sivîl, siyaseta rejîma Beis a Sûriyê li dijî gelê Kurd û pêgeha opozîsyona Kurd li nava Encumena Nîştimanî a Sûriyê de hat baskirin.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê