Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetek Parlemana Norwêjê seredana bîroya PDK Îranê li Silêmaniyê kir

22:14 - 7 Hezîran 2012

Kurdistamedia: Heyetek Parlemana Norwêjê a ser bi Partiya Çep a wî welatî, seredana pêwendiyên Partiya Demokrat li bajarê Silêmaniyê kir.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 6’ê Hezîrana 2012’an, heyetek Parlemana Norwêjê bi serperestiya birêz “Ekter Cudrî”, Cihgirê Serokê Parlemana Norwêjê, seredana Bîroya Pêwendiyên PDK Îranê li bajarê Silêmaniyê kir û ji aliyê heyetekê bi serperestiya birêz “Mihemed Sahibî” Endamê Komîteya Navendî yê PDK Îranê hat pêşvazîkirin.
Di rûniştina han de birêz “Sahibî” li ser rewşa Îran, Kurdistan û herweha siyasetên rejîma îslamî a Îranê li hember azadîxwazên Îranê bi taybetî gelê Kurd basek pêşkêş kir.

1232.jpg


Guhertinên deverê û helwesta rejîma Îrannê li hember wan guhertinan ji wan basan bûn ku di navbera her du aliyan de, dan û sitandin li ser hatin kirin.
Piştre birêz “Cudrî” tekez kire ser karesatên ku bi ser gelê Kurd de qewimîne û hewcehiya alîkariya Kurd ji bo dubarenebûna wan karesatan bi girîn da zanîn.
Di beşa dawî a rûniştina han de li ser pêwendiya PDK Îranê û Partiya Çep a Norwêjê û xorttirkirina wan pêwendiya pêdagirî hat kirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê