Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke payeberz a PDKÎ tevî hevalên pêşîn kom bû

13:43 - 14 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Di vê civînê de rêzdar Mistefa Hicrî armanca vê serdanê vegerande ser hewildan bo nêzîkbûn, diyalog, alîkarî, yekgirtin û yekrêziya hêzên siyasî ên Kurdistanê.
Li gorî rapora Kurdistanmedia, roja Çarşemiyê 22’ê Sermawez (12’ê Çileya Pêşîn), heyeteke payebilind a PDKÎ bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ û himarek ji endamên rêberî serdana hevalên pêşîn kirin, û ji aliyê heyetekê bi serperestiya Xalid Ezîzî ve pêşwazî ji wan hate kirin.
Di vê civînê de rêzdar Mistefa Hicrî sipasiya vê pêşwaziya germ kir û armanc ji serdana xwe ku hewildan bo nêzîkbûn, diyalog, alîkarî, yekgirtin û yekrêziya hêzên siyasî ên Kurdistanê bû, xiste ber bîrûboçûna hevalan.
Piştî wê rêzdar Hicrî basek li ser rewşa siyasî a Rojhilata Navîn, Îran û pirsa Kurd bi giştî, û pirsa Kurdistana Îranê û xebata xelkê serhildayî ê Sûriyê bi dijî rejîma Beşar Esed kir, û xebat û tekoşîna gelê Kurd di vî welatî de bi girîng zanî, û astengiyên li ser riya wê xebatê û encama wê şirove kir.
Mistefa Hicrî li beşek din ji axavtina xwe de bas ji helwesta hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê, û hevdengiya wan li derheq opozisyona Îranî û kom û komeleyên navnetewî kir, û li ser her yek ji wan pirsên siyasî axavtin kir.
Sekreterê giştî yê PDKÎ li axavtina xwe de li ser rewşa Sûriyê, li ser vê bawerê bû ku bûyer û helwestên wan dawiyane ên welatên Rojavayî û Amerîka û liv û tevgerên siyasî, vê yekê nîşan didin ku rejîma Beşar Esed ber bi herifînê ve diçe û pirsa Kurd jî li vî welatî de tevî vê ku komek astengî li ser riya wê hene, li encam de ber bi vê diçe ku bigîje beşek ji armanên xwe, û herweha rêzdarî qala vê yekê kir ku bi herifîna rejîma Be’s a Sûriyê, rejîma Îranê yek ji pêgehên giring ên xwe li Rojhilata Navîn de ji dest dide û bi giştî balansa hêzan li Rojhilata Navîn de guhertin bi ser de tê.
Rêzdar Hicrî li doma axavtina xwe de ew yek jî eşkere kir ku ew guhertin bandora erênî li ser tevgerên cemawerî û xebata xelkê têhniyê azadiya welatê Îranê û bi taybet xebata Kurdan li vî welatî de dadinê, û li vê haletê de yekîtî û yekrêziya hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê hewcehiyek zêdetir ji berê bi xwe ve dibîne.
Beşek din ji vê basê hate danîn bo çawaniya hevhelwestiya li ser wan çemkên siyasî, û bas û beşdarîkirina aliyên Kurdî tevî opozisyona Îranî, û pêdagirî li ser mafên rewa ê neteweyên Îranê, demokrasî û parvekirina deshilatê li Îraneke demokratîk û federal de, ku beşdariya hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê bi yek gotara netewî û yek helwest û îradeya bihêz dikare serkewtin û deskewtên siyasî ên mezintir bi destve bîne.
Piştre rêzdar Xalid Ezîzî sipasiya Mistefa Hicrî kir û axavtinên wî wek baseke rastbînane nav bir û li ser vê bawerê bû ku ew mijarên li vê basê de hatin gotin, li ratsî de dîtingeha wane jî, û li gelek waran de xalên wan ên hevpar hene.
Di van civînan de kombûna heyetan û destpêkirina diyalogê wek pêngavek erênî hate wesif kirin û li ser vê bawerê bûn ku jiber ku boçûnên wan ji yektir nêzîk in, dikarin mîkanîzma bihevre karkirin û alîkariyê diyarî bikin, û li pêşerojê de astengên li ser riyan hilgirin.

Piştî bidawîhatina axavtina Xalid Ezîzî beşdarên civînê her yek ji wan ra û boçûna xwe anîne ziman û li vê civînê de li ser kombûna heyetan, domandina pêvajoya diyalogê û hewkarî û hevahengî li ser van pirsên giring ku li basên siyasî de pêdagirî li ser hatibû kirin, pêdagirî hate kirin.
Li dawiya vê civînê de birêz sekreterê giştî ê PDKÎ ragehand ku emê berdewam bin li ser diyalog û lihev nêzîkbûn û alîkariyê û herweha got ku bêguman gelê Kurd û hevalên me bi vê pêngavê kêfxweş dibin.