Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke PDKÎ pişikdarî di rêûresma pirseya şehîdên destê DAÎŞ’ê kir

22:52 - 23 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Heyetekî PDKÎ li welatê Holendê, di rêûresma pirseya şehîdên pêşmerge ên destê DAÎŞ’ê di çend rojên derbazbûyî de kir.

Ligorînûçeya gehiştî destê Kurdistanmedia yê, roja yekşemî berwarê 29’ê sermaweza sal 1394’an, li bajarê Amistêrdam a welatê Holendê, rêûresmeke pirse û sersaxiyê bo şehîdên vê dawiyê ên destê DAÎŞ’ê ku ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê hatibû lidarxistin, birêve çû.

Di vê rêûresmê de, heyeta PDKÎ ku bi fermî ji aliyê Partiyê we hatibûn gazî kirin, pêk hatibû ji “Hesen Mecîdî” serperestê heyetê û hevdem berpirsê giştî yê komîteya Hizbê li Holendê.

Di rêûresmê de Hesen Mecîdî di gotarekê de sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata şehîdên pêşmerge kir û amaje bi vê yekê kir ku, bo me weke Kurdê Rojhilata DAÎŞ tiştek bîhanî niye û, piştî hatine serkar ya Komara Îslamî, eva ku niha DAÎŞ dike, gelek xirabtir ji aliyê Komara Îslamî û rejîma xumeynî ve hate kirin û niha jî alîkarê DAÎŞ’ê ye û di hevkêşeyên Îraq û Sûriyê de roleke sereke dilîze.
.