Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzekî pêşmergeyên PDKÎ, teyarkirî bi çek û rextan, bo eniya şer li Başûrê Kurdistanê hatin şandin

20:10 - 7 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistan Îranê piştî bilav kirina daxuyaniyek derheq bi êrîşên DAÎŞ’ê bo ser xaka Kurdistanê, bi awayeke piratîk çû nav eniya şer.

Li gor rapora Kurdistanmedia, piştî awarebûna Kurdên Îzidî ên Şengalê û şer û pevçûneke dijwar di navbera hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û terorîstên DAÎŞ’ê li seranserê sînorên Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê piştî bilav kirina daxuyaniyek, çend hêzekî teyarkirî bi çek û rextan ji hêzên xwe bo eniya şer henarde kir.

PDKÎ di vê daxuyaniyê de serweriya xaka Kurdistanê bi erkê neteweyî yê xwe zanî û rojek piştî daxuyaniyê amadeyiya xwe bo rûderûbûna terorîstan, çend hêzek bo çepera şer şand.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hêzên xwe ji bo parastina axa Kurdistanê bo eniya şer rêkir û bo vê meramê jî sitadekî fermandihî bo hinarde kirina hêz, hemahengî tevî demûdezgehên ewlehî yên Herêma Kurdistanê, leşkerî û çavdêrî kirina wan hêzane lidarxist.

9063.jpg
Rostem Cehangîrî endamê Polîtbîroya PDKÎ


Rostem Cehangîrî endamê Polîtbîroya PDKÎ û berdevkê sitada taybet, derheq bi heyama pişikdariya hêzên PDKÎ di vî şerî de bi nûçegihaniya Kurdistanmedia’ê ragehand: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dem bo pişikdarîkirin li şerê dijî DAÎŞ’ê û parastina serweriya xaka Kurdistanê diyar nekiriye û li her cihekê ku axa Kurdistanê bikeve metirsiyê, PDKÎ li gorî şiyana xwe berewanî ji xaka Kurdistanê û niştîmanê dike.

Piştre PDKÎ ragehandibû: Eger rewş hestyar bibe û serweriya xaka Kurdiatanê bikeve metrsiyê, eger hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji me bike, şanbişanê hêzên pêşmergeyên Kurdiatana Başûrê pişikdarî li berengariya axa Kurdistanê dikeyîn.

Cehangîrî di vê pêwendiyê de got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji riya pêwendiyên me ve daxwaz harîkariyê ji me kir, lewma me jî hêzên xwe bo şerê DAÎŞ’ê ku ewlehî û tenahiya Kurdistanê xistiye metirsiyê, bo eniya şer henarde kir.