Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên dewletî li Şamên kimreng bûne

16:38 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Şer û pevçûn di navbera hêzên dewletî ên rejîma Sûriyê û dijberan heya serê sibêya îro “Înê” li Şamê berdewam bûne û hêzên dewletî rû li kêmbûnê diçin.


Hêzên dijberên rejîma Sûriyê li Şamê êrîş kirin ser binekeya sereke a Polîsê Sûriyê û miqera wê şewitandin û binkeyên giştî ên polîsan konterol kirin.
Li gor “Royterz”ê, derwazeyê sînorî “Ebokemal” li ser sînorê Îraqê û du derwazeyên din ên sînorî di navbera Turkiyê û Sûriyê de ketine dest dijberan.
Çavkaniyê herweha belav kriye ku hêzên dijberên rejîma Sûriyê beşek zêde a Bakûrê Şamê konterol kirine û hêzên dewletî li bajarên “Tel” û “Dormîr” li Bakûrê Şamê tûşî xesarên mezin bûne.
Malpera “Daryoferda” di raporekê de wergirtî li Royterzê belav kirye ku rojên pêş de ji rejîma Beşar esed re rojên heyatî û çarenivîsaz in. Xesara ku di encama teqîna Şamê de bû seba kuştina çendîn rayedarên payebilind ên Sûriyê, rejîma Esed lihember dijberan pirr lawaz kiriye.
Rexneyên Rojavayê li Rûsiye û Çînê di pêwendî li gel pirsa Sûriyê


Li gor rapora “BBC”, vêtokirina gelaleya tehrîmên zêde ên Şêvra Ewlehiyê bo ser rejîma Sûriyê ji aliyê Rûsiye û Çînê ve, dijkiryarên tund ên Amerîka, Birîtanya û Firasna lidîv de bûn.
Rûsiye û Çînê di dema zêdebûna pevçûnan li Sûriyê de, roja Pêncşemî gelaleya Şêvra Ewlehiyê a Saziya “NY” vêto kirin.
Di encama pesendkirina gelaleya tehrîmên li ser Sûriyê de, rejîama Esed gerek diheyamê 10 rojan de gişt hêzên xwe ên nîzamî li deverên akincîbûnê derxe.
Sozan Rays, Nûnera Amerîkayê li Saziya “YN” di vê pêwendiyê de got: Dîrok li hember Rûsiye û Çînê dê bi zehmet qezawetê bike.
Rays ragihand ku Amerîka û hevpeymanên xwe dê li dervey Şêvra Ewlehiyê ji bo dawîanîna tund û tûjiyan li Sûriyê de hewlên xwe zîde dike.
Beşek li bajarên Sûriyê ketine destên dijberan


Roja Pêncşemî raporên azadiya bajarên “Efrîn, Kobanî li Kurdistana Sûriyê û “Menbec” li parêzgeha Helebê li destên rejîma Sûriyê hatin belavkirin.
Di hin girteyên videoyî de xelkê bajarê Kobanê piştî azadiya wî bajarî dest bi xweşî û şadiyê kirin ku alaya Kurdiatnê li ser navendên hikûmetî hildan.
Salih Muslim, Serokê Partiya Yekîtî a Demokratîk, gotiye: Tê çavnihêrîkirin ku di rojên pêşde bajarên din hên Kurdistana Sûriyê jî azad bibin.