Saziya Îtila`ata Turkiye Mîtê 17 kes bi tawana dest hebûna di pîlana revandina endamekî berê yê artêşa rejîma Îranê binçav kirin.
Roja Çarşemî 21`ê Rêbendanê berprisekî payebilind yê Saziya Îtila`ata Turkiyê di hevpeyvîna digel nûçegihaniya Firansayê de diyar kir, wê saziyê 17 kesan ku du ji wan wezîfedarên dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê bûn, bi tawana raçadina pîlana revandina berprisekî berê yê artêşa wî welatî li bajarê Wan a Turkiyê biçav kirine.
Herwisa wî berpirsê Turkiyê diyar kir ku, di vê pîlana revandina berpirsekî berê yê artêşta rejîma Îranê ku navê wî nehatiye zanîn, 6 welatiyên Turkiyê jî, dest hebûne û ev jî hatine binçavkirin.
Her di vê peywendiyê de, di Rezbera îsal de jî, Saziya Îtila`ata Turkiye du kes ji wezîfedarên saziya îtila`ata rejîma Îranê ku, pîlana revandina pîlotê berê yê Hêza Esmanî ya rejîma Îranê ku li bajarê Wan a Turkiye penaber e, raçandibûn binçav kirbûn.
Revandin û kuştina dijberên rejîma Îranê li Turkiye de, nîşana vê yekê ye ku welatê Turkiye bo dijberên rejîmê ne cihekî ewlehe.