Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê 3 çalakvanên Ereb girtin

14:45 - 5 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Hêzên ewlehiya rejîma Îslamî a Îranê “sê çalakvanên Ereb” li herîma “Şeîbiye”ê girtin.
Çalakvanên mafên mirov li Ehwazê ragehandin, Celîl Hemîd Kebî, Keab Şapûr teman 20 salî û Welîd Huniş temen 24 salî ev sê çalakên Erebin ku ji aliyê hêzên ewlehiya rejîma Îslamî a Îranê hetin girtin û cihê wan nediyare.
JI aliyek din ve çer gundên şaristana “Şûşter”ê, ji aliyê hêzên ewlahiya rejîmê hatin Mîlîtarîze kirin.
Akinciyê gundên “Şan Sexî, Eldihwal, Bêyt Nebî û Bêyt Yrîh” li malê xwe de hebs kirine û îzna li gund derketinê ninin.
Çend roj berî niha li encama êrîşa hêzên ewlehiya rejîma Îranê, li devera “El Seyah” a Ehwazê çalakvanekî Ereb bi navê Ebas Heqî kevte ber gulleyan û her li cih de canê xwe ji dest da.

Li gor gotina şahidan hêzên ewlehiya rejîmê, berî vê ku hevwelatiyê han haydar bikin an hukmê dezgeha dedweriyê nişanî wî bidin teqe ji navhatî kirine.