Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên leşkeriyên rejîm welatiyekî Pîranşehrê birîndar kir

14:24 - 21 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî devera Pîranşehrê li cihekê bi navê “Deşta Qurê” kete ber destdirêjiya gulleyên hêzên rejîma Îslamiya Îranê û di encam de birîndar bû.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, şeva duşemî 19’ê Tebaxa 2013’an, Selah Bapîrwend temen 19 salî, kurê Bayîzîd û xelkê gundê “Xira Axelan”a ser bi Pîranşehrê li cihekê bi navê “Deşta Qurê”, kete ber destdirêjiya gulleyên hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê û di encam de bi giranî hat birîndar kirin.
Hemwelatiyê han yê Kurd di demekê de ku bi tirombêla xwe ku li Deşta Qurê de derbas dibû kete ber gulleyên hêzên rejîm.
Ji aliyek din ve sibêdeya roja sêşemî 20’ê Tebaxa 2013’an, hêzên întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê êrîşkirine ser kolberên gundê “Tirkeş”a ser bi devera Mengurayetî a Pîranşehrê û serbarî bêrêzîkrin bi wan kolberane, kolberek girtin û tevî xwe birin.