Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Esed bi kêr û satoran 885 kes kuştin

20:17 - 9 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Li destpêka şer û pevçûna Sûriyê ku li berwara 15\'ê Adar a 2011\'ê ve heya niha nêzîkê 128 hezar kes hatine kuştin û di vê pêwendiyê de hêzên rejîma Sûriyê bi kêr û satoran 885 kes ku piraniya wan zarok in, kuştin e.
Koalîsyona netewî ya hêzên şoreşger û mixalifên Sûriyê daxuyaniyek bilav kirin ku hêzên rejîma Beşar Esed di 20 mehên derbasbûyî ve heya niha 885 kes bi kêr û satoran kuştin ku di nav wan de 200 zarok û 120 jin hene.
Her wusa di daxuyaniyê de hatiye, 885 kesên ku hatine kuştin ji aliyê hêzên Esed, piraniya wan xelkên sivîl in.
Hêjayê gotinê ye, saziya mafê mirovan a Sûriyê ragihand: Di destpêka şer û pevçûna Sûriyê ji aliyê hêzên rejîma Beşar Esed û muxalifên vê nîzamê ve heya niha nêzîkê 128 hezar kes hatine kuştin û 600 hezar kes jî hatine birîndarkirin.
Di vê raporê de hatiye, di nav wan 128 kesane de ku hetine kuştin piraniya wan hêzên çekdarên muxalifan û hêzên rejîma Sûriyê ne.
128 hezar kesên ku hatine kuştin, 44 hezar hemwelatiyên sivîl hen ku 6627 zarok û 4454 jin in.
Di rapora saziya mafê mirovan a Sûriyê de hatiye: Di girtîgehên rejîma Beşar Esed de 16 hezar girtî hen û di zîndanên çekdarên radîkal û grûpên ser bi rêxistina el-Qaîdê de 5 hezar alîgirên rejîma Sûriyê hen.