Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê tenahiya xelkê Merîwanê tevlîhev kirine

15:14 - 18 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamî ên rejîma Îranê bi hêceta komkirina dezgehên mahwareyî derbasî malên hevwelatiyan li Merîwanê bûn û jiyana wan tevlîhev kirin.


Li gore nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî berwar 16’ê Îlona 2012’an, hêzên Întizamî ên rejîma Îranê avêtin ser malên xelkê bajarê Merîwanê û tenahî û hewlehiya hevwelatiyan tevîhev kirin.
Li gor çavkaniya vî nûçeyî, hêzên rejîma Îranê taxên bajarên Merîwanê dorpêç kirin û li çend taxan de bi taybetî “Darsêran”, “Mûk” û taxên derdora wan, mal bi mal geriyan û dest biser dezgehên mahwareyî ên hevwelatiyan de girtin.