Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê di salvegera terora Dr. Qasimlo de li Urmiyê şirînî belav kirin

17:35 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îranê di salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî de li bajarê Urmiyê şirînî di nava xelkê de belav kirin û kiryara han bû seba hêrsbûa xelkê.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 14’ê Tîrmeha 2012’an, hêzên Sipaha Pasdaran û Îdareya Îtilaata rejîma îslamî a Îranê li bajarê Urmiyê, seba mangirtin û ji xwekirina kincên Kurdî ji aliyê xelkê wî bajarî ve bi boneya 23’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî, şirînî di nava xelkê de belav kirin.
Li gor gotina hevwelatiyek bajarê Urmiyê, hêzên rejîmê sedemên belavkirina şirîniyan salvegera terora Dr. Qasimlo ragahandine.
Hêzên Sipaha Pasdaran û Îdareya îtilaata rejîmê, li şeqamên Seidî, Azadigan û Hezretpûr li gereka Bêhdarî a bajarê Urmiyê bi awayek berfireh şirînî belav kirine.

1666.jpg


Dema ku hêzên rejîmê hêrsbûn û bêzariya xelkê ji wê kiryara kirêt a rejîmê dîtin, bi darê zorê şirînî dan xelkê, lê xelkê bajarê Urmiyê şirîniyên wan nexwarin û avêtine dûr.
Xelkê bajarê Urmiyê ew kiryara rejîmê bi çarereşî û bêçareyiya rejîmê li hember xelkê Kurdistabnê û bi taybetî bajarê Urmiyê dan zanîn.