Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikûmeta Fransayê dersek taybet bi dîroka Kurd û Pirsa Kurd dixe di nav pirograma xwendinê de

11:33 - 5 Îlon 2020

Hikûmeta Fransayê dersek teybet derheq dîroka Kurd û Pirsa Kurd dixe nav programa xwandinê ya pola 11 a qonaxa xwendingehê. Ders di pirtûka dîrokê û cografyayê de hatiye danîn û navnîşana dersê jî, “Kurd, Neteweke Bê Dewlet e.”

Di naveroka wê dersê de hatiye, ku Kurd mezintirîn netewa bê dewlet e li cîhanê û hejmara wan nêzîkî 40 milyon kes e û piraniya wan li ser mezhebê Sunne ne. Herwiha di wê dersê de hatiye gotin: Sed sal e ku beşek ji Kurdan ji bo Kurdistaneke serbixwe têkoşînê dikin û ew dewletên beşek ji Kurdistanê ketiye nav sînorê wan, li dijî wê hewldanê radiwestin, lê rûxana rejîma Seddam û herrifîna Sûriyê, hêviyên ji bo avakirina Kurdistaneke serbxiwe vejandine.

Di birgeyeke din a dersê de pirsek wisa hatiye kirin, “gelo milmilaniyên Rojhilata Navîn dibin sedema çêbûna dewleta Kurdî?”

Di birgeyeke din de behsa rola hêzên Kurdî di têkbirina DAIŞê de dike û têde behsa rola Pêşmerge hatiye kirin û hatiye nivîsandin: “Wateya Pêşmerge di zimanê Kurdî de wate ewên rûbirûyê mirinê dibin.

Di nav wê dersê de gelek behsên din jî li derheq dîroka Kurdistanê hatiye nivîsîn.

Herwisa berê jî derseke dorîkî li derheq dîroka Kurd, di zanîngehên Feransayê de dihate gotin û ev ders niha jî her tê gotin.