Kumîta navenda hilbijartina Îsraîl, encama hilbijartina nûnerên parlemana wî welatî ragihand.
Roja Sêşemî 23ê Adarê li welatê Îsraîl de hilbijartina Parlemanê bi rê ve çu ku tê de rîkeberiya hizbî hebû ku kîja hizb bikare piraniya kursiyên parlemanê bi dest ve bîne, da ku bikare dewletê pêk bîne.
Gorî rapora navenda hilbijartina Îsraîl, %67.4 xelkê beşdarî kiriye, ku di encamê de, hizba “Lîkud” bi rêberiya Binyamîn Netenyahu 52 kursî bi dest ve anî, û aliyên hevalbende rikeberê Lîkud ê jî 57 kursiyên parlemanê bi dest ve anî.
Gorî yasa ya parlemana wî welatî, tu yek ji hizb û aliyên beşdar, nekarîne piraniya parlemanê bi dest ve bîne ku dibe 61 kursî ji 120 kursiyan be.
Wê pêkê bona pêkanîna dewletê hewceye dewleta hewalbend pêk bê, anku Netenyahu û Hizba wî dibe digel aliyekê yan hizbekê pêk bê da ku bikare kabînê dabinê.
Media wisa bas dikin ku ev hilbijartin pêgeh û nifûza Netenyahu daye xuya kirin.
Netenyahu bi sedemê serkevtî bûn li berhem anîna Vaksena Koronayê de, herwisa bi paqijî û bê sûç derkevtina wî li dosyeya gendeliyê ku rikeberên wî bo çêkiribûn, û herwisa li siyaseta ku li hember rejîma Îranê de girtiye bera xwe, karî bi tenê nêzîkî nîvya parlemanê bike ya hizba xwe, di halekê de çendîn hizb û aliyên siyasî yên rikeberê wî, nekarîn nîvya parlemanê bi dest ve bînin.