Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilkêş - dakêşa pêwendiyên navbera Tehran – Washington (I)

22:20 - 22 Nîsan 2012

Ebdulla Hicab

Roja 7ê Nîsana 1980 (18 ê Xakelêweya 1359) Dewletên Yekbûyiye Amerîka (DYA) bi awayek fermî hemû têkiliyên xwe yên dîpolmatîk bi Îranê re qut kirin. Beriya wê demê, Roja yekşem 04.11.1979 (13.08.1358) xwendekarên bi rêkxistinkirî di rêza Pasdarên girêdayî bi Rêbaza Xumeynî ve ji bo nîşandana dijberiya xwe bi siyaseta Amerîka li hember Îranê, bi taybet li dijî êvirandina Şahê Îranê, êrîşî ser Balyozxaneya Amerîka li Tehranê kirin û hemû dîplomatên Amerîkaiye di balyozxanê de êxsîr kirin. Bûyerê bi xwe re qeyranek dûr û dirêje dîplomatîk anî pêş ku di qonaxa destpêka wê qeyranê de 52 xebatkarên sefareta Amerîka li Tehranê 444 rojan di benda Îranê de man.
32 sal bi ser wê demê û wê bûyera derveyî urf u edetên dîplomatîk re derbas dibin, lê şûnwarê wê hê weke xwe mane. Bi vê bûyerê re pêvajoyek pir ji alozî li pêwendiyên di navbera her du welatan de destpê kir ku niha jî çi nîşane nînin ku ew birîn bicebire. Piştî 32 salan hê niha jî ji Tehranê dengê kîn û nefret li hember Amerîkayê bilind dibe û Washington bi xewn u xeyala çal kirina rêjîma Komara Îslamî rojan dihejmêre. Lê ne duruşmên tund û tîje Komara Îslamî heya îro karîne Amerîkayê li ber çavên xelkê Îranê reş bike, ne dorpêç û givaşên karbidestên Washingtonê Îran bi yekcarî ji rojeva siyasî, abûrî û bazirganiya Amerîka avêtiye.
Ji wê demê ve ku Tehranê piştî şerê cîhaniye duyemîn deriyên siyaseta xwe ya nû bi yekcarî bi ser Washingtonê de vekir û Amerîka kire şirîkê xwe yê herî nêzîk heya niha, pêwendiyên di navbera du welatan de bi gelek qonaxan re derbas bûye. Wan pêwendiyan bi alîkariya leşkerî u abûriye DYA bo Îranê destpê kir, gîhan qonaxa hevpeymaniyê û di dawiyê de jî bi guherîna rêjîma Îranê re li dijminatiyê qelibîn. Lê ew pêvajo hê bi dawî nebûye ûhilkêş-dakêşa li siyaseta her du welatan hê berdewam dike. Pirsa sereke ew e ka gelo mijarên serkeye ciyê nakokiyê di navbera her du welatan de çi ne û ew rewş wê heya kengê her bi wî awayî berdewam bike. Lê berî ku ev bas vebe û bersiva wê pirsê bê dan, awirek serpêkî ji bo dîroka pêwendiyên siyasiye navbera du welatan pêwîste heya arîşeyên niha hinek pitir bê fam kirin.
Şerê cîhaniye duyê û pêşketinên siyasiye ku piştî şer li Îranê çê bûn, ciyê her 2 hêzên serekeye xwedî bandor li Îranê, Rûsiya an Yêkitiya Sovyet û Birîtaniya Mezin hêdî hêdî lêj kir û sînor ji bandora wan re danî. Bi wê sînûrdanînê re, wê carê deriyê Îranê bi ser DYA de vebû ku piştî şer weke hêza nû ya xwedî bandor kete Rojhilata Navîn. Di rewşekê de ku Amerîkayê hêvî dikir hem pîşesaziya nefta Îranê bixe destê xwe û hem berayîka pêşveçûna Dêwê Komonîst li Bakûr ber bi başûr û herêma stratêjîke Rojhilata Navîn bigre, Muhemmed Musediq bû serokwezîrê Îranê. Musediq bi siyaseta xwe ya çepgir û di serî de siyaseta dijî Birîtaniya di demek kin de dilê Amerîkaiyan ji xwe êşand. Dema wî li roja 29ê Reşemeya sala 1329 (30 Adara 1951) pîşesaziya nefta îranê kire neteweyî û xiste bin kontrola yekcarekiye dewletê, Amerîka dudil bû ku neke ew siyaset bibe destpêka pêvajoya ber bi sosiyalîzmê ve birina Îranê.
Eisenhower, serokkomarê demêye Amerîkayê piştgiriya sedî sed da pilanek Ingilîsiyan li dijî deselata Musediq. Pilana kûdetaya li dijî Musediq roja 28ê Gelawêja sala 1332 (18ê Tebaxa 1953) bi ser ket û wê carê Şahê Îranê bi piştgiriya DYA zivirî ser text û bi yekcarî xwe sparte Amerîkayê. Şah weke sipasiya piştgiriya Amerîkayê kontrola boriyên nefta Îranê, pilanên modêrnîze kirina welat û avakirina artêşa modern da dest Washingtonê. Ji wê demê ve Îran bû yek ji hevpeymanê here nêzîk û ciyê baweriye Amerikayê. Lê parsenga wê hevpeymaniyê ne bi awayekê bû ku her du welatan bike du dost an hevkarên xwedî bandora weke hev. Di rastiyê de karîgeriya Îranê li ser siyaseta Amerîka 0, û ya Amerîka li ser siyaseta Îranê 100 bû.
Wê rewşê derfetek zêrîn da du tevgerên siyasiye dijberî rêjîma Şah. Tevgera çep bi pêşengiya Hizba Tûdeh ku sedased di xeta Sovyetê de bû û bê îradeya serbixwe siyaseta Moskvayê dişopand, û tevgera olî ku bi pêşengiya Xumeynî ber bi hindê ve diçû xwe bi rêkxistin bike. Partiya Tûdeh kir û nekir nekarî siyaseta xwe ji asta pêşengên civakê u rewşenbîran derbasî nava civakê bike û bibe partiyek gelerî ya ciyê baweriyê. Lê Xumeynî karî kûditaya sala 1953 û girêdana Şah bi siyaseta Amerîka re bike bingeh ji bo vegeşandina tevgerek seranserî ya dijber bi rêjîma Şah re. Xumeynî sala 1963 bi awayek cidî dengê dijberiya bi rêjîma Şah u pêwendiyên rêjîmê bi Amerîkayê re bilind kir.
Sawaka Şah pêştir Xumeynî derwelatî Turkiyê kir û pişt re ew şande Îraqê. Xumeyî ew pêgav jî bi siyaseta Amerîka ve girêdayî dît û hê zêdetir dengê dijberiya bi Amerîkayê re bilind kir. Bi şêweyekê dijberiya navbera Xumeynî û DYA zivirî kîna taybete Xumeynî li hember piştgirê serekeye dijminê wî ku rêjîma Şah bû.
Sala 1979 dema Xumeynî li Îranê deselat girte destê xwe, ev derfet kete destên wî ku hêza xwe nîşanî Amerîka bide û bi her awayê ku dikare toleya xwe bistîne. Di wê rewşê de Şahê Îranê ku li ber bayê şoreşa 1979’ê revî bû, xwe avête bin sîvana Amerîkayê. Dema ku Washîngtonê bersiva daxwaza Xumeynî û alîgirên wî ji bo paşvezivirandina Şah û darayiyên wî neda, Xumeynî ew yek jî kire hêcet ji bo wê tolhildana ku bi salan bû di hundirê xwe de perwerde dikir. Bûyera Balyozxane û girtina dîplomatan di wê çarçoveyê de hate pêş.
Dema Amerîka li sala 1980 pêwendiyên xwe bi Îranê re qut kirin, beşek ji karbidestên nû ku hin girêdayî bi Xumeynî nebûn û kîna wî li hember Amerîkayê parve nedikirin xwestin rewşê biguherin û dubare bi Amerîkayê re pêwendiyan damezirînin. Dijberiya wan bi Amerîkayê re zêde xurt nebû, lewma ew ketne hewldanê ji bo vejiyandina pêwendiyan. Lê bûyerên ku li pey qeyrana girtiyên Amerîkayî li Îranê qewimîn deriyê pêwendiyan pitir girt. Hewla rizgarkirina giretiyan û ketina balafirên Amerîkayê li nava axa Îranê di operasyona serneketiye rizgariya girtiyan de, helwêsta Amerîkayê li ser şerê Îran û Îraqê, şiltaxiyên Îranê li Lubnanê û hêrişa hevalbendên rêjîma Xumeynî bo ser serbazgehek Amerîkayî li Beyrûtê di sala 1983 de ku bû hegera kuştina 299 Amerîkayî u Feransewiyan, ji wan 241 Amerîkayî, her wisan dorpêçkirina abûriye Îranê ji aliyê Amerîkayê ve, pêwendiyên navbera her du aliyan hê aloztir kir.
Di germahiya dijberiya navbera her du aliyan de, wê demê ku hê birînên her du aliyan necebirî bûn, aşkera bû ku sala 1985’ê Amerîkayê di berdêla azadkirina hin girtiyên Amerîkayî li Lubnanê gelek çek û sîlah dane Îranê ku wê demê bi Îraqê re di nava şerek dijwar de bû û bi wî awayî gelek pêwîstî bi wan çekan hebû. Bûyer ku bi navê gendeliya ‘’Îran Gate’’ hate bi navkirin, nebû heger ku her du welat pitir ji hev nêzîk bibin, lê tilisma pêwendiyên navbera her du aliyan şikand.
Salên 1987 û 88 dema Îranê ji ber zextên dawiye şerê bi Îraqê re di tengava Hurmuz de tengasî çê kirin û gef kir ku hêrişê bike ser gemiyên neftkêşe hevpeymanên Amerîkayê, Washington bi lez bersiv da. Di encamê de hin pevçûnên çekdariye sînordar di navbera hêzên deryaiye Amerîka li Kendavê û hêzên Îranê de rû dan. Amerîkayê pilatformek neftê ya Îranê teqand u tevgera serbaziye Îranê li Kendavê pir bi sînor kir. Di rewşek wisan aloz de, roja 3ê heyva 7 ya sala 1988 Gemiya şer a Amerîkayê “Vincennes” balafirek rêvînghilgire Îranê li Kendavê berda xwarê u bi wê re bûyerê re 290 rêviyên di balafirê de kuşt. Bi wan bûyeran re hewldanên alîgirên damezirandina pêwendiyên bi Amerîkayê re dubare bê encam man u ew neçar man bi carek din bêdeng bin. Dubare pêwendiya her du aliyan ber bi aloziyê ve çû.
Mirina Xumeynî li sala 1989 derfetek nû da alîgirên damezirandina pêwendiyan bi Amerîka yê re.