Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hin bajarên Kurdistana Sûriyê rizgar bûn û alaya Kurdistanê hat hildan

21:23 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Ragihandinên herêma Kurdistana Îraqê ragihandine ku hêzên dewletî ên rejîma Beşar Esed bajarên “Efrîn”ê û “Kobanî” li Kurdistan Sûriyê bicih hiştine û îdareya wan bajaran di destên Kurdan de ye.


Salih Muslim Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk, nûçeya bajarê Kobanî li parêzgeha Helebê piştrast kir.
Malpera Xendan jî nûçeya rizgarbûna bajarê Kobanî belav kir û ragihand ku alaya Kurdistanê li ser îdareyên dewletî hatiye hildan.
Li gor nûçeyê xendan, heyetek pêkhatî ji “Encumena Gelê Rojavayê Kurdistanê” û “Encumena Nîştimanî a Kurd Li Sûriyê” hevpar êrîşî îdareyên dewletî kirine û xistine konterola xwe.
“Xendan”ê nivîsand, êwara roja derbasbûyî bajarê Kobanî hat rizgarkirin.
Malpera “Sibey” di nûçeyek bilez de ragihand ku bajarê “Menbec” yek ji bajarên parêzgeha Helebê ket konterola Erteşa Azad a Sûriyê.
Wê çavkaniyê li zarê Salih Muslim, rizgariya bajarê Efrînê ji aliyê hêzêzn Kurdan ve piştrast kir û got: Tê çavnihêrîkirin di rojên pêş de bajarên din ên Kurdistana Sûriyê dihên rizgarkirin.