Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Demokrat: Dîroka Mirovahiyê jiyana Refsencanî wê bi xaleke Reş tomar bike

19:58 - 10 Kanûna Paşîn 2017

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê derheq bi mirina Refsencanî, Ku yek ji darêjerên sereke yên terorîzma rejîma Îranê bû, daxûyaniyek belav kir.

Eva deqê daxûyaniyê ye:

Mirina Haşimî Refsencanî, herifîna yek ji pêpikên girîng ên Komara Îslamî ye


Nûçeya mirina ji nişhkê ve yê Refsencanî, serokê Kora Diyarîkirina Berjewendiyên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, ji aliyekê ve cihê dilxweşiyê bo hemû azadîxwazên rastîn ên Îranê û hemû xelkê zulmlêkirî ye, û ji aliyê din ve cihê dilgiraniyê ye ku ev sedemên tepeserkirin û îşkence û bidarvekirina xelkê û tawanên dijî mirovahyê, nekewin pêşberî dadgeha xelkî û hemû kon û qujbinên tarî û dije mirovî yên vê rejîmê, nehên eşkerekirin û tawanbar negîjin cezaya rastîn a tawanên xwe.

Roja 19’ê Befranbarê, li nexweşxaneyekî bajarê Tehranê pizîşkan nekarî ku bigîjin hewara Elî Ekber Refsencanî yê serokê Kora Diyarîkirina berjewendiyên rejîmê, ku berê jî serokê Meclisa Xêbrêgan û serkomar û serokê berê yê Meclisa Îslamî ya rejîma Îranê û herweha xwdiyê bi dehan postên din di sîstema deshilatdariya Îranê de bû, û bi sedema sekinîna dil, ji destê dadperwer a xelkê de reviya, lê dîroka mirovahiyê wê bi xaleke Reş wî tomar bike.

Elî Ekber Haşimî Refsencanî ku yek ji pêpikên sereke ên rejîma Îslamî ya Îranê bû, di serdemê xapandinkariyên Xumeynî de û veşartina rûçika rastîn ya wî, ku çavkaniya zulm û zordariyê û sereberdayî û zêdexwaziyan bû, destê Rastê yê Xumeynî û yek ji kesên herî nêzîk ji wî bû, ji talankirina deskewtên şoreşa gelên Îranê de rola kesê hejmar 2 lîzt û endamê şêvra binavê şoreşê bo ku Xumeynî bona çewaşekirina şoreşa gelan avakiribû û piştî kuştina Bahoner û Bêhêştî, di rastî de yekemîn biryarderê vê şêvrê bû.

Herweha darêje asimîlekirin û jinavbirina hemû girûpên pişikdar di şoreşê de bû ku mixabin hinek ji wan deste û girûpan alêkarê rejîma Komara Îslamî bona jinavbirina aliyên din bûn, heya di dawiyê de gerra wan jî hat.

Refsencanî di dema darêtina yasaya bingehîn a Îranê rola serekî di çewaşekirina vê yasayê de lîzt û bi dizîna deskewtên şoreşê, kincên kewneşopiyê ji yasaya kirin.

Di dema pêkanîn û avakirina Meclisekî ku di kakilê xwe de betal bû, ya bi navê Meclisa Şêvra Îslamî, serokê gerra Yekemîn û Duhemîn a wî Meclisî bû.

Refsencanî darêjerê bernameya tijîkirina cihê betal yê Xumeynî bû û Xamineyî yê Tawanbar kire rêberê rejîmê. Hevdem bi xwe jî bûye serkomarê rejîmê û bihevre welatê Îranê û gelên nava wî welatî de bi qederek reş ya tijî ji kuştar û malwêranî û serkut û zîndan û îdam û awareyî û ... hwd berbirû kirin.

Refsencan di berpirsatiyên xwe yên din de di serdemê Xumeynî de, Cîgirê Fermandeyê Giştî a Hêzên Çekdar bû û bi wateyeke din Xumeyn hemû deshilatek leşkirî bi wî re dabûn, da ku şerê digel Îraqê birêve bibe. Şerek ku bi dehan hizar kuştî û birîndar û bêşerûşûn û dîl û kêmendam bo gelên Îranê bi xelat birin. Her di wî çaxî de ji rêya hêzên Sipah, Besîc, Artêş û Komîteyên Şoreşê û Îtila’atê û organên leşkirî û milîşên din ên rejîmê, ku hemû ji aliyê Xumeynî ve pêre hatibûn sipartin, her çiqas xortên cesûr û azadîxwaz ên gelên Îranê hebûn, hatin revandin, û navbirî xwediyê karnameyekî reş û tijî ji tawan û dirinedeyî ye. Navê Refsencanî bal beşek herî zêde ji xelkê azadîxwaz û tenanet xelkê asayî jî, bi wateya bêrehmî û kuştar û bêbabkirina zarokan û bêwejinkirina jinan û şewitandina cergê dayîkan tê.

Refsencanî ku piştî bidawîhatina şer û mirina Xumeynî 8 salan serkomarê rejîma Îranê bû, serbarê kuştar û bidarvekirin û bêserûşûnkirina xelkê azadîxwaz û mafxwaz di hundir Îranê de, karnameyek reş û stûr di warê teror a li derveyî Îranê de heye ku di serdemên serkomariya wî de yekîneyên taybet bi terorê di nava Sipaha Pasdaran û Sipaha Quds de hatine avakirin û ji operasyonên herî binavûdeng ên wan, terora Dr.Qasimlû û hevalên wî bû li welatê Otrîşê liser maseya binav danûstanan ku, Refsencanî bi xwe berpirs û birêveberê vê pîlanî bû. Herweha terora Dr.Şerefkendî û hevalên wî li Bêrlîn a Almanê jî ku piştre ji aliyê dadgeha Almanê Refsencanî weke yek ji biryarderên terorê hate nasandin. Terora Nwenda Cihûyan li Arjantînê jî, keyseke din yê Refsencanî ye ku hêj negehîştiye encamê û biryara destbiserkirina wî jî hatiye dayîn.

Rûpelekî din ji karnameya reş a Refsencanî pêk tê ji bitalanbirina samana welat li jêr navê awedankirinê piştî şerê Îran û Îraqê bû, ku di wî çaxî de bandeke mafiyayî a bitehûk ava kir û tewahiya samana welat çi wî çaxî û çi niha jî li Hûrê xwe dihisûn û hejarî û malwêraniya niha ya xelkê Îranê, berhema wan talankirina ye ku Refsencanî û Xamineyî û rayedarên din ên rejîmê birêve dibin. Di vî warê de rola Refsencanî rola rênîşander bû ku hemû digel talankariya nasyar kirin. Her di serdemê serkomariya wî de bû ku Sipaha Pasdaran û dezgeha Îtila’atê bi navê karûbarên aborî karîn ku him samana welat bi talan bibin û him jî li jêr navê kompaniyên curbicur ên aborî, karên terorîstî encam bidin.

Refsencanî pêpikek serek a rejîma Îslamî ya Îranê bû ku di qonaxên hestyar ên weke biryara dadgeha Mîkonosê, yan jî piştî dorpêçên tund ên cîhanî li dijî rejîmê derheq bi perwendeya etomî, rêya çewaşekarî û xapanidnê xist pêşberî rayedarên rejîmê, da ku bikarin bi rûçika direvîn a diyaloga şaristaniyetan û yan jî Dewleta Tedbîrê, ji cîhanê re bibêje ku hêla piragmatîk û miyanerev di rejîmê de heye û bi wî rengî konekî bona derbabzûna rejîmê ji vê pirsgirêkê peyda bikin, û di rastî de sokandarê derbazkirina rejîmê di vê pirsgirêkê de bû bona vê ku temenê rejîma tawanbar a Îslamî dirêj bike.

Bê goman di vê daxûyaniyê de mirov nikare hemû karnameya tawan û riya û çewaşekarî û dijemirovbûna Refsencanî bas bike, lê îşareyekî bilez ji rola Refsencanî di avakirina dadgehên Şoreşê de, ku bi deyan hezar kes bidarvekirin, rola Refsencanî di şêvra 5 kesî ku piştî şerê Îran û Îraqê binavê birêvebirina welat bû , lê yekemî karê wan de kuştara girtiyên siyasî di demasla Havîna 67’ê de bû, rola Refsencanî di perepêdana madeyên hişber di nava neteweyên zulmlêkirî ên Îranê û liserweyî hemyan Kurdistanê, bitalanbirina hemû şûnvarên dîrokî û bin erdî, û ji avakirina organên leşkirî û îtila’atî yên mowazî ku xweser xelik digirtin û jinav dibirin, ji “Qetlên Zincîreyî” û bi dehan rolên din ên Refsencanî bikin ku di hemûyan de mêjiyê wî yê genî, darêjerê tawanê bûye.

Eva ku di dawiyê de cihê basê ye, rola Refsencanî ye ku di parsatina rejîma Îslamî ya Îranê de lîztiye, serbarê vê ku dijatiya kûr û liser bingeha bitalanbirina samana welat û bidestvegirtina nawendên leşkirî di navebara Rfesencan û Xamineyî de derketibûn holê, û rengevedana wan di organên curbicur ên rejîmê de hebû, lê mana rejîma bo wan hertim xala yekalîker bû, her eva jî bibû sedeme ku, serbar vê ku Refsencanî hêj xwediyê deshilata aborî û îtila’atî bû û milşên taybet bi xwe hebûn, lê Xamineyî piraniya deshilat jê sitandibûn û tenanet kur û keçên navbirî jî ku şîrîkên babê xwe bûn di talana sermayeya welat de, xistine girtîgehê, lê serbarê van hemûyam, hêj Refsencanî di pêxema mana rejîmê de her weke Xamineyî di peyama teybet bi mirina Refsencanî de bas kir, ogiriyekî taybet bi wî hebû. Di rastî de Refsencanî pêpikek bû ku tundrewî û sereberedaybûna Xamineyî bi awayekî pasaw dida ku, cîhan liser vê baweriyê bû ku, dikarin digel rejîma Îslmî ya Îranê bigehin encamê!

Bi mirina Refsencanî êdî renge ev alawa çewaşekarî û xapandinê ji destê rejîma Komara Îslamî ya Îranê derketibe û rûçika rastîn ya Komara Îslamî ya Îranê bo hemû cîhanê derkewe.

Bi awayekî ku hekî jiyana Refsencanî pêpikek bû bona ragirtin û dirêjkirina tawanên vê rejîmê, nemana wî jî wê bandora xwe liser rejîmê hebe. Em hêvî dikin ku karbidestên din ên rejîmê bikewin destê dadgehên dadperwer ên xelkî û hemû keysên tawanên wan bo xelkê eşkere bin û bigehin cezaya tawanên xwe yên dije mirovî.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî

21’ê Befranbara 1395’an a Rojî
10’ê Çileya paşîn a 2016’an a Zayînî