Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hukmê 136 sal hepsê bi ser 6 hevwelatiyên Kurd de hat sepandin

14:44 - 20 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Dadgehên rejîma Îranê hukmê 136 sal hepsê bi ser 6 hevwelatiyên Kur de sepand.


Li gor rapora nûçegihaniya “Mukriyan”ê, roja Çarşemî berwar 19’ê Îlona 2012’an, dadgeha Înqilaba Îslamî a bajarê Sinê, cezaya 120 sal hepsê bi ser 4 çalakên siyasî ên Kurd de sepand. Tometa wan hevwelatiyan alîkarî û endametî di partiyên Kurdî ên dijberî rejîmê hatiye ragihandin.
Cezaya her yek ji wan hevwelatiyan bi awayê jêr de ye:

Çengîz Qedemxeyrî xelkê Kamyaranê, 40 sal heps û dûrxistin bo Mesicid Suleyman

Fexredîn Ferecî xelkê Merîwanê, 30 sal heps û dûrxistin bo Tebes

Mihemedhusên Rizayî xelkê Dîwandere, 30 sal heps û dûrxistin bo Mînabê

Eyûb Esedî xelkê Merîwanê, 20 sal heps û dûrxistin bo kaşmer

Kawe Ferecî 8 sal heps û Kawe Muradî 8 sal heps û ev du kese li Merîwanê hatine cezakirin.
Di hevtiya derbasbûyî de jî dadgeha Înqilaba Îslamî a bajarê Mehabadê cezaya sêdarê bi ser du girtiyên siyasî ên Kurd bi navê “Mensûr Arvend û Saman Nesîm de sepand.